Dayika 2 zarokan bi 13'e derbeyên kêrê hate qetil kirin
12:15
JINHA
KAYSERÎ - Li Kayseriyê Firdevs V ya dayika dû zarokan, ji aliyê kesekê nenas ku ji balkonê ve dikeve hindirê malê, bi 13 derbeyên kêran hat qetilkirin.
Hate hînbûn ku, dayika dû zarokan Firdevs V.a 37 salî ku li taxa Fevzî Çakmak dijî. Fîrdevs V ji aliyê kesê ji balkonê ve kete hindirê malê ve bi 13'e derbeyên kêrê hat darb kirin û qetilkirin. Li gorî agahiyên bi dest ketine bi hatina ekîbên tendûrustiyê lêkolînên despêkê ve hate diyar kirin ku Fîrdevs jiyana xwe ji dest daye. Ekîbên polîsan ji dest bi lêkolînan kirin. Cenazeyê Firdevs ji piştî lêkolînê rakirin Marga Nexoşxwena Lêkolîn û Perwerdeya Kayseriyê.
(rt/zt)
