‘Em ê çîrokên ku hatine bi sînorkirin parvebikin’
19:11
JINHA
AMED – Endama Civaka Sivîl a Zawia ya Lîbyayê û seroka Beşa Jinê a Yekitiya Şerê Şoreşger a Zawia Najat Dau û Koordînatora Projeya Navendî ya Çaresiriya Pirsgirêkên Jinan a Ermenistanê û helbestvan Milena Abrahamyan, tevli 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bûn û da zanîn k udi her qadê de temsîliyeta jinê kêm e û ji ber vê jî gotin û daxwazên jinê nayê ziman.
Endama Civaka Sivîl a Zawia ya Lîbyayê û seroka Beşa Jinê a Yekitiya Şerê Şoreşger a Zawia Najat Dau û Koordînatora Projeya Navendî ya Çaresiriya Pirsgirêkên Jinan a Ermenistanê û helbestvan Milena Abrahamyan, diyar kir ku bi tevahî li cîhanê jin di hêla parlamentoyê de nayên temsîl kirin.
‘3 armancên rêxistina jinê hene’
Najat Dau, di axaftina xwe de bal kişand ser Dayikên Şehîdan û da zanîn ku ev dayik dikarin li Lîbyayê pirek avabikin û li dijî şerê navxweyî bikevin nav hewldanan. Rajat, daxuyand ku Dayikên Şehîdan bi rêxistinên herêmî ve gelek biryaran de cih digirin û biryarên girîng jî didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nav civakê de jin tên cudakirin. Li gorî min sedema yekem ji kêmasiya aborî û polîtîk pêk tê. Rêxistina Jinan a Deng girîng bû. 3 armancên vê rêxistinê hene. Hêzkirina jinê ya di qada aborî û polîtik û ya din jî têkoşîna şîdeta li hemberî jinê ya di nav malbatê de. Ji bo her sê armanca kampanya hat organîzekirin û birêvebirin. Niha jî em armanc dikin ku jin di lijneyên rêveberiyan de aktîftir bibin. Ji bo vê jî em komîteyan ava dikin. Em li hemberî ji sedî 10 kotaya jinê, dixwazin kota bibe ji sedî 35 kotaya jinê. Ji bo vê jî em têkoşîna xwe bilind dikin.”
‘Em tu carî berê xwe nadin li malê’
Najat, daxuyand ku li cîhanê di şeran de herî zêde jin mexdûr dibin û ji bo aştiyê hewl didin. Lê hewldan û têkoşîn û keda jinê nayê dîtin û tê marjînekirin. Najat, wiha got: “Di şerê Lîbyayê de jin wekî mêran şer dikir. Mêr ji bo jinê digot ‘Em bi li hemberî têkoşîna xwîşkên xwe bi rûmetin’. Ev gotin kêyfa jinê xweş dikir. Lê piştî ku şoreş pêk hat û me xwest em di fabrîkayan de bixebitin û mekanîzmayên biryaran de cih bigirin rewş û helwesta li hemberî jinê guherî. Ji me re gotin ‘cihê vê li malê ye’. Me ji bo mêran şer nekir me ji bo mafê xwe û bo jinê şer kir. Em tu carî berê xwe nadin li malê.”
‘Di parlamentoyê de ji sedî 9 jin tên temsîlkirin’
Milena Abrahamyan, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê ya li hemberî şer û şîdetê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez şer û têkoşînê bi helbestan tînim ziman. Li parlamentoya Ermenistanê hejmara jinê gelek kêm e û ji sedî 9 jin tên temsîlkirin. Jin bêtir xebatan dikin lê keda van nayê dîtin. Her wiha gelek jin li qadên cuda dixebitin lê nikarin heqdestê xwe bigirin. Lê têmsîliyeta jinê ji ber ku di parlamentoyê de kêmin hewcedarî û daxwazên jinan nayê ziman. Divê jin xwedî zanetiya polîtîk be.”
‘Em li dijî çîrokên bi sînorkirinê’
Milena, da zanîn ku asta şîdeta li hemberî jinê gelek bilinde, her wiha gelek malbat dixwazin bibin xwedî zarokên kur û diayan dikin. Milena, wiha pê de çû: “Çîrokên ku tên vegotin, dîmenên ku derdikevin holê dixwazin van çîrokên jinên Tirkiye û Ermenistanê bighînin hevdû. Em ê cîrokên ku hatî bi sînor kirin bighînin hevdû. Her wiha ez damezrînera Hewldana Parvekirina Çîrokên bê Sînor im. Em têkoşîna jinan a li dijî şîdeta li hemberî jinê tînin nîk hev û mînakan derdixin holê û projeyan ava dikin. Li cem me jî mijara kurtajê hene û ev tişt bi destê hikûmetê pêk tê. Polîtîkayên ku bi vî rengî tê meşandin şerma rêveber û mirovatiyê ne.”
(la)

