Hunermendan bi stranên xwe piştgirî dan zîncîra mirovan
12:30
JINHA
RIHA - Welatiyên ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ku li ser sînor nobetê digirin, berê xwe dan Kobanê bi zîncîra mirovan berxwedan silav kirin. Hunermendên li ser banga Hewldana Hunera Azad hatibûn ser sînor bi stranên xwe piştgirî dan çalakiyê.
Ji roja ku çeteyên DAIŞ'ê dest bi êrîşên ser Kobanê kirin û heta niha şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedana dîrokî bersivê didin çeteyan. Welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li ser sînor nobetê digirin. Welatiyên nobetê digirin ji bo silavkirina berxwedanê zîncîra mirovan ava kirin. Hunermendên Helwdana Hunera Azad ji bo piştgiriyê hatin ser sînor bi stranên xwe piştgirî dan çalakiya welatiyan. Hunermendan di hemwxet de çûn gundê Mehser û Miseynterê ku çalakiya zîncîra mirovan lê tê kirin. Welatiyan jî bi berzkirina dirûşmeyan û tilîliyan reng dan çalakiyê.
Welatiyan bi destên hev girtin û berê xwe dan Kobanê. Welatiyan bi avakirina zîncîra mirovan berxwedana Kobanê silav kirin. Welatiyan bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" dengê xwe gihandin aliyên din ê sînor. Çalakiya ku ji 7 salî heta 7 salî welatî tevlibûn de hunermendan jî bi stran û sirûdan piştgirî dan çalakiyê. Hunermend ji bo tevli çalakiya gundê Mehserê bibin ber bi gund ve bi rê ketin.
Nobeta li ser sînor bênvaber didome.
(zt)

