Cenazeyê şervana YPJ'ê ber bi Pirsûsê ve hat şandin

13:27

JINHA


EDENE - Şervana YPJ'ê Pervîn Mustafa di roja 7'ê cotmehê li Kobanê di encama şer û pevçûnan de ji stûyê xwe bi giranî birîndar bû ji bo dermankirinên anîn Nexweşxaneya Balacali ya Edeneyê li nexweşxaneyê serê sibê jiyana xwe ji dest da.

Şervana YPJ'ê Pervîn Mustafa di roja 7'ê cotmehê li Kobanê di encama şer û pevçûnan de stûyê xwe bi giranî birîndar bû û li Nexweşxana Balacali yê ya Edeneyê ku dihat derman kirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê şervana YPJ''ê Pervîn ji bo otopsiyê ragikirin saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. 

Piştî ku malbata Pervîn rapora otopsiyê wergirtin bi dehan welatî bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Rêber Apo" bi tilîliyan ber bi Pirsûsê ve hat rêkirin. Li ser navê malbatê dayika wê Fatma Mustafa axivî û diyar kir ku ew bi keça xwe ser bilind e û bilêv kir ku ew ê tu carî ji rondikan nerijîne.

(zt)