Endamê YPG'ê Orhan Bozo li Pirsûsê Spartin axê
15:47
JINHA
RIHA – Endamê YPG'ê Orhan Bozo ku duh li Kobanê di şer de birîndarbû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li goristana Şaredariya Pirsûsê bigirseyî hat definkirin. Nûnerê MEYADER'ê Medenî Aktar di merasîmê de axivî û diyar kir ku Orhan li ser sînar 3 saetan hat rawestandin û ji ber xwin winda kir jiyana xwe ji dest da.
Endamê YPG'ê Orhan Bozo ku duh di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndarbû û rakirin Nexweşxaneya Pirsûsê, ji ber ku zêde li ser sinor hat rawestandin û xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Orhan îro ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hat wergirtin û bigirseyî li Goristana Şaredariya Pirsûsê spartin axê. Girseya ku cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin, darbesta Orhan bi ala YGP'êpêçan li ser milan heta goristanê meşiyan. Di merasimê de nûnerê MEYADER'ê Medenî Aktar, Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Ayşe Efendi, Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Kobanê Fevziye Abdî, Endamê Saziya Malbatên Saziya Şehîdan a Kantona Kobanê Fariz Ati, endam û rêveberên DSP, endamên Hewldana Hunera Azad, malbatên endamên YPG/YPJ'ê û gelek kesên din amade bûn. Di merasimê de girsê bênavber siloganên "Şehit namirin", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YGP/YPJ'ê" gotin. Cenazeyê Orhan piştî nimêj li ser hat kirin, bigirseyi hat definkirin. Piştî definkirinê rêz hat girtin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Nûnerê MEYADER'ê Medenî Aktar, diyar kir ku Orhan li ser sînor 3 saetan hat rawestandin û ji ber li ser sînor xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Medenî xwest êdî ev pêkaninên keyfi bidawîbibe.
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Fariz Ati, ji anî ziman ku vîna gelê kurd sînor ji holê rakir û bi xwîna şehîdan yekîtiya kurdan ava bû. Fariz, da zanin ku xwediyê her tişti şehid in û ew deyîndarên şehîdên xwe ne. Piştî axaftinê dua hatin xwendin û girse belavbû.
(ekip/zt)
