Leşker bi zanebûn Kader Ortakaya qetil kir
16:13
JINHA
RIHA - Aktîvîsta Platforma Azadiya Civakî sosyolog Kader Ortakaya ya 28 salî, ku di êrîşa leşkeran a bi bombeya gazê û guleyên rastî ya li çalakiya zincîra ji mirovan a hunermendên li ser sînor de jiyana xwe ji dest da, 25 roj in li ser sînor nobed digirt. Kader berî du rojan beşdarî bernameyeke Stêrk TV bûbû û gotibû, "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, cihê lê tovên azadiyê şîn dibe biparêzin, li wir şer bikin û heta wir azad bikin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Hunermendên ji Hewldana Hunera Azad, dema dixwestin li ser sînor zincîra ji mirovan çêbikin, rastî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê û fîşekên bira hatin. Leşkerên Tirk di heman demê de gule li Kobaniyî û ciwanên li aliyê din ê sînor reşandin. Di encama gulereşandinê de Kader Ortakaya ya li aliyê Kobanê bû, bi guleya li serê wê ket, jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku dema Kader xwestiye derbasî Kobanê bibe rastî gulereşandina leşkerên Tirk hatiye. Cenazeyê Kader rakirin nexweşxaneya li Kobanê. Hat diyarkirin ku cenazeyê Kader wê piştre ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bînin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
25 roj in li ser sînor nobet digirt
Kader ya ji Sêweregê, ku li Stenbolê dijiya, endama Platforma Azadiya Civakî bû. Kader ya di sala 1986'an ji dayik bû mezûna sosyolojiyê bû û di heman demê de li Zanîngeha Marmarayê Master dikir. Kader ya di nav akademiya jinê ya Amedê de cih digirt, nêzî 25 rojan li gundên Mehser û Miseynterê li ser sînor nobed digirt. Kader ya di çalakiyên Gezî de jî amade bû, bi hestyariya xwe ya ji bo bûyerên civakî û demokratrîk dihat naskirin.
Heta azadiyê....
Kader pêr beşdarî bernameyeke Stêrk TV a ji aliyê rojnameger Hayrî Demîr ve hat pêşkêşkirin bûbû. Di bernameya li gundê Miseynter cihê nobeda berxwedanê de Ortakaya ev yek destnîşan kiribû: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, cihê lê tovên azadiyê şîn dibe biparêzin, li wir şer bikin û heta wir azad bikin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Di 30'ê Îlonê de dema li ser sînor bû, li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsandibû: "Her şoreş bi çirûskeke biçûk destpê dike û di serê lûleya her tivingê de agirekî jiyanê heye. Xewnên bi vî rengî yên mezin jî bi rêwîtiyan destpê dike û serpêhatîperest dikevin ser van rêyan."
(zt)

