13 welat, 13 jin û 13 kevneşopî…
08:49
Handan Tufan /JINHA
İZMİR – Gonul Yilmaz di Muzeya Maskê ya Îzmîrê de bi mijara ‘Kevneşopî û Jin’ pêşangehek mask ê vekir. Gonul diyar kir ku wê xwestiye li gel objeyên jinan kevneşopiyên welatan jî bide nîşandan û got: “Ji ber wê jî min ji çand û welatên cuda kevneşopiyên ji dîrokê heya niha di nava welatan de hatîn parastin kirin mijara sereke ya wêneyên xwe.”
Mamostaya Wêne Gonul Yilmaz bi alîkariya Şaredariya Konak pêşangeha bi mijara “Kevneşopî û Jin” li Muzeya Mask ê ya Îzmîrê vekir. Pêşangeh dê heya 24’ê kanunê vekirîbimîne. Di pêşangehê de ji Afrîka heya Jeponya, Tirkiye û Îranê ji 13 welatên cuda kevneşopiyên cuda û jin kiriye mijara xwe. Gonul diheman demê de din ava Şêwirmendiya Perwerdê ya Muzeya Mask ê ya Hunerê ya Şaredariya Konak ya Îzmîrê de cîh digire. Gonul da zanîn ku wê xwesitey objeya jinan û kevneşopiyên welatan raxe berçavan.
‘Min din ava welatan de jinên kevneşop nirxandin’
Gonul anî ziman ku wê ji 13 welatan kevneşopiyên jin ji dayîk û pîrokên xwe hînbûne û parastine girtiye dest û wiha domand: “Min wêneyê di welatên cuda de kevneşopiyên cuda yên ji dîrokê heya niha jinan parastine xêzkir. Min yagli boya û mask xebitand, bi du sê aliyan xebat berhev kir, min jinên ji welat û kevneşopiyên cuda nirxand.” Gonul ya ku heya niha hem bi hinek wênevanan re bi hev re û hem jî bi tenê pêşangeh vekiriye li Misirica Sêrtê hatiye dinê. Gonul di zarokatiya xwe de bi heskirina xêzkirina wêne mezin dibe. Piştî perwerdeya lîsansê ji bo bilindkirina asta xwendina xwe lîsansa bilind berdewam dike.
(zt)

