Bi hatina zivistanê re nexweşiyan rengê xwe dan der
09:49
Berivan Sumer / JINHA
WAN – Bi hatina zivistanê re cardin nexweşî zêdebûn. Endama Hevgirtina Tabîbên Tirkan Hekîma Malbatan Dr. Leyla Turgut Çoban diyar kir ku her sal bi hatina zivistanê re hinek nexweşiyên weke sermagirtinê derdikevin. Leyla da zanîn ku parastina xwe ji van nexweşiyan di hewayên sar de bedena xwe germ girtin û bi zêdeyî tuştên ron û germ vexwarine.
Bi hatina zivistanê re cardin nexweşiyên ji sermayê çêdibin rengê xwe nîşan dan. Nexweşiyên ji sermê çêdibin yên weke girîp, nezle, bronşît, îshal û wekedinê derdikevin. Endama Hevgirtina Tabîbên Tirkan Hekîma Malbatan Dr. Leyla Turgut Çoban anî ziman ku her sal bi hatina zivistanê re nexweşî jî zêde dibin. Leyla destnîşan kir k udi demsala payîzê û zivistanê de ji ber guhertina demsalê herî zêde nexweşiyên weke girîp û sermagirtin derdikevin pêş û wiha got: “Bi tayîbetî di demsala zivistanê de ji ber sermê zarokên biçuk rastî îshal û girîbê tên.”
‘Girîp û serma girtin di aliyê tibî de cudaye’
Leyla derbirî k udi zimanê gel de serma girtin û girîb bûyîn weke heman tuştî tên dîtin lê di zimanê tibê de her du nexweşî ji hev cudane û wiha domand: “Girîb zêdetir, laş hemû ji hal dikeve, êşa serî zêde dibe, agirê laş bilind dibe, bêhalî û westanê zêde dike. Sermagirtin jî gewriyê dişewitîne û poz diherike.”
‘Em li gel pêşniyara danîna aşiya girîbêne’
Leyla di derbarê xetereyên girîbê de wiha dibêje: “Girîb heta rîska zatorebûnê jî diçe. Mirovên temenê wan ser 65 saliyê li malên lênêrînê yan jî malên hizurê, xebatkarên tenduristiyê, li cihên qerebalix yan jî nexweşiyên kironîk di van rewşan de zêdetir xetereye.”
‘Ji antîbiyotîkan zêdetir divê nexweş baş li xwe binêrin’
Leyla bilêv kir ku herî zêde nexweşiyên serma û girîbê bi pişîn û kulînê weke vîrozê derbazî derdor dibe û wiha berdewam kir: “Divê ji bo hun xwe ji van nexweşiyan biparêzin ji yên bi heman nexweşiyê ketin xwe parastin, cihên qerebalix hewa girtin û ji cihên cigare tên vexwarin xwe dur girtin. Her dem em ji b ovan nexweşiyan zêdekirina vîtamîna C pêşniyar dikin. Tedawiya herî baş ji b ovan nexweşiyan li gel xwarin û vexwarina fêkî û ava fêkiyan bêhindan.”
‘Bêhindan û bi denge xwedîkirin’
Leyla balkişand ser rêbazên xweparastina ji van nexweşiyan û wiha dom kir: “Girîb û serma girtin nexweşiyên bi vîrozê belav dibine. Pir ji b ovan nexweşiyan antîbiyotîk ne giringe. Li cihê wê baş bêhindan kirin û baş li xwe nêrîn giringe.”
(zt)

