Rustem Cûdî û Arîn Mîrkan hatin dinê!
10:36
JINHA
RIHA - Zarokên Kobanê yên ji şer tu agahiya wan tuneyî tên dinê navên fermandarên efsûnî yên di têkoşîna azadiya kurd de jiyqana xwe ji dest dan lê dikin. Cêwikên 3 roj berê li konbajar hatin dinê navê ji pêşengên PKK'ê Rustem Cûdî û Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan a ku di berxwedana Kobanê de çalakiya fedaî li dar xist lê kirin.
Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarmayîn koçberbûn li konbajaran ji zarokên xwe yên nû tên dinê navên pêşengên PKK'ê û fedaiyên berxwedanê lê dikin. Cêwikên 3 roj berê li Konbajarê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) hatin dinê navê ji pêşengên PKK'ê Rustem Cûdî û Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan a ku li hemberî çeteyan çalakiya fidaî li dar xist lê hatin kirin.
'Hêvî dikim ku Arîn û Rustem dê li welatê xwe mezin bibin'
Ferîde Hemed bi Rustem Cûdî û Arîn Mîrkan re 7 zarokên wê hene û diyar kir ku qet bawer nedikir dê zarokên wê li konbajar bên dinê û wiha got: "3 roj berê 2 zarokên min li konbajar hatin dinê. Her roj ciwanên me jiyana xwe ji dest didin lê em bi mirinê xilas nabin. Hêvî dikim ku em ê demildest vegerin ser axa xwe. Hêvî dikim Arîn û Rustem dê li ser axa xwe mezin bibin. Em ê di roja serkeftinê de vegerin Kobanê."
'Dê berxwedanê di navên me de bibînin'
Bavê zarokan Rifat Huso jî diyar kir ku ew dê zarokên xwe bi awayekî layîkî berxwedana Kobanê bibin mezin bike û du xwarziyên wî di nava refên YPG'ê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û wiha got: "Biraziyê wî Adnan Huso û xwarziyê wî Stuf Huso niha li Kobanê şer dike. Li konbajar cêwiyên min hatin dinê. Bila hemû cîhan bizane êdî dê berxwedanê di navên me de bibînin. Ji ber Rûstem Cûdî û Arîn Mîrkan bûn endamên malbata me em serbilind in."
(zt)

