Evîna Kobanê û hesreta bav!
10:54
JINHA
RIHA – Şoreşa Rojava ku bi tîpên zêrîn navê xwe li dîrokê da nivîsandin herî zêde bandorê li zarokan dike. Celal (10) û Rodîn (13) ên xwişk û birayên hev in û di nava şoreşê de mezin dibin wekî mezinan diaxivin û dijîn. Zarokên ku bavên wan YPG’î ye ji bo berxwedana Kobanê hesreta xwe jî vedişerin! Celalê biçûk axaftineke bi bavê xwe re bi gotinên “min çiqas bêriya te kiriye ez ê bi tu kesan nedim hiskirin. Ji ber ku tu Kobanê ya me û mala me diparêzî” tîne ziman.
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran welatiyên Kobanê ji cih û warên xwe koçber bûn, ji bo parastina Kobanê jî bi hezaran welatî tevli refên YPG û YPJ’ê bûn. Yek ji wan jî welatiyê bi navê Huseyîn Celal (Amed) ê beriya 4 salan tevli refên YPG’ê bû ye. Huseyîn, hevsera xwe bi 6 zarokên xwe re dişîne Pirsûsê û ew jî di eniyê de dimîne. Zarokên Huseyîn Celal ên di nava Şoreşa Rojava de mezin dibin. Celal (10) û Rodîn (13) wekî mezinan diaxivin û ji bo ku bavê wan di nava refên YPG’ê de ye xwe gelek bi şans dibînin.
Hesreta xwe bi tu kesan nadin hîskirin
Celal Huseyîn diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo Kobanê dagir bike mirovan dikuje û hesreta xwe ya ji bo bavê xwe jî bi tu kesan nade hîskirin. Huseyînê biçûk wiha dibêje: “Ez bavê xwe pir hez dikim, bavê min niha li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Roja em hatin Pirsûsê heta niha min qet bavê xwe nedît lê dema li me digere ez jê re dibêjim min çiqas bêriya te kiriye bi tu kesan nadim hîskirin. Ji ber ku tu Kobanê ya me û mala me diparêzî.”
‘Bavê min di riya rûmet de welatê xwe diparêze’
Rodîn Huseyîn jî anî ziman ku bavê wê bi mînakên jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ew mezin kirine û ji ber ku şervanên YPJ’ê destûr nedane li wir bimînin, hatine Pirsûsê. Rodîn Huseyîn a biçûk jî ev tişt anî ziman: “Bavê min em bi felsefeya Rêber Apo mezin kir. Her tim ji me re wiha digot: Ji bo jiyanake bi rûmet divê em di serî de azadiya xwe bi dest bixin. Bavê min niha di riyeke bi rûmet de welatê xwe diparêze. Ez jî dixwazim bi bavê xwe re li Kobanê di eniyê de cih bigirim. Ji bo ku em DAIŞ’ê ji Kobanê derxînin tekane rê çûna eniyê ye. Ev DAIŞ ên qirêj Kobanê wêran kirin, lê em dizanin ku YPG û YPJ’ê dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe Kobanê biparêzin.”
‘Heke em ji bo Kobanê şer nekin em ê tune bibin’
Rodîn Huseyîn bilêv kir ku meta wan a bi wan re hatiye beriya 3 rojan derbasî Kobanê bûye û tiştên ku meta wê ji wan re vegotiye jî wiha anî ziman: “Meta min Ferîde hate kon û bi me re axivî. Ji me re gotina ‘em tên li van kona rûdinên û tiştekî nakin, me li wir YPG û YPJ’ê tenê hiştiye, ez ê vegerim Kobanê’ bi kar anî û çû. Niha ew jî li wir bi bavê min re ye. Heke şervanên YPJ’ê destûr bidana ez jî nedihatim lê ew difikirin ku em zarok in. Lê heke em ji bo Kobanê şer nekin dê jiyana me li vir tune bibe.”
Hevserê wî Temo di Meclîsa Bajar de ye
Hevsera Huseyîn Celal, Nesrîn Temo jî dest nîşan kir ku wan nedixwest ji Kobanê derkevin lê ji ber israra hevserê xwe hatine Pirsûsê û li konbajar di xebata meclîsê de cih digire. Nesrîn jî wiha axivî: “Hevserê min beriya 4 salan tevli refên YPG’ê bû. Ewil min nedixwest tevli YPG’ê bibe lê piştî çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kirin min tiştek negot. Niha jî ez li vir di Meclîsa Konbajar de cih digirim. Hevserê min li wir Kurdistanê diparêze ez jî li vir zarokan dinêrim û di meclîsê de cih digirim.”
Nesrîn bilêv kir ku beriya demeke agahiyeke ku hevserê wê jiyana xwe ji dest daye lê ev agahiyeke şaş bûye û wiha berdewam kir: “Herî dawî dema çeteyên DAIŞ’ê hewan avêtin Kobanê, hevserê min li min geriya û got ‘bi zarokan re ji Kobanê derkevin, naxwazin Şengaleke duyemîn bijîn’ li ser vê min jî zarokên xwe girt û em hatin Pirsûsê. Piştre agahiyet hat gotin Amed şehîd ketiye. Em bi zarokan re çûn sînorê Kobanê lê piştre ji wî telefon hat şehîd neketiye. Di vê riyê de şehadet jî heye, şehadete bi rûmet li ser serê me ye.”
(zt)

