Berxwedana Kobanê di roja 54'emîn deye
11:20
JINHA
KOBANÊ - Şer û pevçûnên li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê dewam dike, berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê li Kobanê di roja 54'emîn bênavber berdewam dike. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi hemû çekên wan yên giran ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve yek bi yek tên pûçkirin.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedana bêhempa ya Kobanê di roja 54'emîn deye çend dîmen ji berxwedana Kobanê.
*Li çeperên herî pêş yên rojhilat şervanek YPJ'ê
*Şervana YPG'ê, bi guleya ku ji aliyê sekvanên çeteyên DAIŞ'ê ji milê wê girt, ew jî vê rewşê bi dengekî bilind keniya.
*Şervanê YPG'ê yê ku ji bo hevalê xwe yê ku di çeperê deye pêwîstî dibirin, di rê de pêlîstika zarokan dît û ji hevalê xwe re bir.
*Şervanên YPG'ê yên ku nexwestin bibin hedefa sekvanên çeteyên DAIŞ'ê xwe dicewisînin û bi awayekî çalak tevdigerin.
*Yek ji guleya hewanê ya ku çeteyên DAIŞ'ê bi awayek rast avêt nava bajar.
*Di saetên serê sibehê de şervanên YPG'ê yên ji çeperên şer vedigerin nava bajar.
*Li çeperên Rojhilat de şervanên YPG/YPJ'ê yên şer dikin.
*Di çeperên Rojhilat de dema şerê giran bûyî, şervanên YPG'ê dema tup li ser milê xwe radike, Şervana YPJ'ê çeka hevalê xwe radike.
*Sekvanê yê YPG'ê dema ku diçe ceperên şer, şervanek din jî yê YPG'ê biçeka xwe hevaltiya wî dike.
*Şervanên YPG/YPJ'ê yên bêhna xwe vedkin, çekên wan yên sipartin diwar.
*Li çeperên rojhilat şervanek YPG'ê dema nobetê dewrî hevalê xwe dike, li qada ku dimîne jî bi gogê dilîze.
(zt)

