Ji Kadriye name: Ez ji bo mirovahiyê şer bikim diçim
11:30
JINHA
RIHA – Kadriye (Kader) Ortakaya ya li sînor ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin beriya ku biçe Kobanê di nameya ji bo malbata xwe nivîsandiye de dibêje ew ji bo hemû mirovahiyê şer bike diçe û wiha berdewam dike: “Ez dixwazim ku hemû mirov bi awayeke azad û wekhev bijîn. Bila tu kes muhtacî pariyek nan û ji bo maleke ku bikev nav di tevahî emrê xwe de keda wan neyê xwarin. Ji bo ku ev tişt bibin jî divê şer û têkoşîn bê dayîn.”
Endama Hewldana Partiya Azadiyê (TOGP) û xwendekara lîsansa bilind a Zanîngeha Marmarayê Kadriye Ortakaya ya li sînor duh ji aliyê leşkeran vê hedaf hate girtin û qate qetilkirin, beriya ku derbasî Kobanê bibe ji bo bigihîna malbata xwe nameyek nivîsand. Kadriye hêj nameya wê negihîşt destê malbatê jiyana xwe ji dest da di nameya xwe de dibêje ku ew ji bo hemû mirovahiyê şer bike diçe Kobanê û dixwaze malbat jî xwedî li têkoşîna wê derkeve.
Nameya Kadriye Ortakaya ya beriye biçe tevli berxwedana Kobanê bibe ji malbata xwe re nivîsandiye wiha ye:
“Malbata min a birêz;
Ez li Kobanê me. Ez şer tenê şerê mirovên li Kobanê dijîn nîn e, şerê me hemûyan e. Ez jî ji bo malbata xwe ya ku pir hez ji wan dikim û ji bo hemû mirovahiyê tevli vî şerî dibim. Heke em vî şerî wekî şerê xwe nebinîn, sibehê dema bombe li mala ket em ê tenê bimînin. Serkeftina vê şerî, serkeftina xizan û yên keda wan tê xwarin e. Bi tevlibûna v îşerî baweriya min ew e ku ez ê ji memûrtiyê zêdetir ji bo malbat û mirovahiyê sûdewar bim. Ji bo ku hûn xemgîn dibin, dibe ku ji min acaz jî bin lê hûn ê di dawiyê de fêm bikin ku ez mafdar im.
Ez dixwazim ku hemû mirov bi awayeke azad û wekhev bijîn. Bila tu kes muxtacî parîk nan û ji bo maleke ku bikev nav di tevahî emrê xwe de keda wan neyê xwarin. Ji bo ku ev tişt bibin jî divê şer û têkoşîn bê dayîn.
Dema şer biqede û Kobanê bi sev keve ez ê vegerim. Dema ez hatim baş nêzîkî hevalên min bibin. Li min negerin. Ev hewldana we nemumkun e encamê bigire. Sedema nivîsandina vê nameyê yek jî ew e ku ji bo lêgerîna min nekevin li ser riyan, newestin. Heke tiştek bê serê min jixwê dê hûn ê pê bihesin.
Heke hûn naxwazin deme ez vegeriyam bikevim hepsê û li hepsê îşkenceyê bibînim serî li polîs û saziyên dewletê nedin. Heke hûn wisa bikin ji bo vê hem ez, hem malbat hem jî hemû hevalên min dê zirarê bibîninm. Çûna min a Kobanê ji xizmên me jî di nave de tu kesan re nebêjin ku dema vegeriyam nekivim hepsê. Piştî we ev nîşe girt û xwend, bavêjin.
Heke ji bom in dixwazin tiştekî bikin xwedî li têkoşîna min derkevin. Hûn bi salan li dijî neheqişên dewlet dike bêdeng man. Ji kuştina mirovan a li kolanan, bi bombeyê gazê rû bi rû manê û wekî li Roboskê bombekirina wan re bibêjin êdî bes e. Ger ez li cem we bame jî ez ê tevli çalakiyan bibama û çûbama komeleyan. Heta ez bêm têkoşîna wan emanetî we dikim. Di serî de dayik, bavê xwe û Ada, Denîz, Zelal û Mahîrê dê ji dayik bibe hemûyan hembêz dikim. Slavên xwe yên taybet ji birayê xwe Kadrî dikim. Ew ê layiqê xwe tevbigere. Ez we hemûyan bi hestên şoreşgerî hembêz dikim.
Telefon diyariya birayê min bû. Di nav de wêneyên me hene. Ez karta xwe ya bursê ji dayika xwe re dişîninm Heta ez têm bila dermanên xwe bigire.
Ez we hemûyan pir hez dikim
Niha bi xatirê we.”
(zt)

