Cenazeyê Kadriye ji bo otopsiyê şandin Rihayê

13:41

JINHA


RIHA – Cenazeyê Kadriye Ortakaya ya duh li sînorê Kobanê ji aliyê leşkeran ve hate hedefgirtin û qetilkirin ji Nexweşxaneya Newletê ya Pirsûsê hate wergirtin ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Tolhildan” ji bo otopsiyê şandin Rihayê. 

Cenazeyê Kadriye (Kader) Ortakaya ya ev 25 roj in ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li sînor nebeta berxwedanê digirt û ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, ji otopsiyê birin Rihayê. Malbata Kadriye piştî agahî girtin duh bi şev hatin Pirsûsê. Cenazeyê ku li Kobanê bû jî îro ber bi sibehê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji aliyê malbat û parlamenterên HDP’ê ve hate wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Malbata Kadriye, hevalên wê û parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan û Gulseren Yildirim û rêveberên DBP’ê serê sibehê li baxçeyê nexweşxaneyê kom bûn. Girseya kom bûn pankarta li ser wêneyê Kadriye heye ya “Kader Ortakaya bêmirin e” û nivîsa xwe ya di 30’ê îlonê de li facebookê parvekiriye ya “her şoreş bi çirûskeke dest pê dike û heye di lûleya hemû çekan de agirî jiyanê, xeyalên bi vî rengî mezin jî bi rêwîtiyan dest pê dike û rêwî dikevin li ser van riyan” a li ser pankarteke din nivîsiya vekirin.

‘YPJ dê tola rêhevala me hilde’

Dema karên dozgeriyê gel dirûşmên “Tolhildan” “Rêheval Kader bêbimirin e” “Bijî berxwedana Kobanê” “Dewleta kujer dê hesab bide” “Me bedel da em ê bidin dayîn” berz kirin. Li vir Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî axaivî û têkoşîna yên bedena xwe dane û sînor bêwate kirine silav kir û ev tişt anî ziman: Êm siyaseta Erdogan a qirêj careke din silav dikin. Bila êdî bê zanîn ku weke gelê kurd û jinan sebra me nema. Weke rêhevala me ya Arîn bi hezaran jin em jî ji bo tolhildanê amade ne xwe biteqînin, bila sebra me neceribînin. YPJ a ku li Kobanê berxwedaneke bêhempa dide dê tola rêhevala me Kader bigire.”

Welatiyên Kobanê ji bo Ortakaya herikîn rê

Piştî karên dozgeriyê qediya darbesta Kadriye ji aliyê jinan ve hate hlgirtin û birin wesayîta cenaze. Li vir ji bo yên Kobanê jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û konvoy kete rê. Cenaze dema hate Pirsûsê ji aliyê hezaran welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatine Pirsûsê daketin rê û bi dirûşman cenaze pêşwazî kirin. Bi hezaran welatiyên Kobanê yên li konbajarên Rojava, Kobanê, Arîn Mîrkan û Nejat Suphî Agirnasli dimînin bi posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên KCK û YDG-H’ê ve konvoy pêşwazî kirin. Ji 7 salî heta 70 salî hemû Kobaniyan bi dirûşma “Şehîd namirin” rê kirin. 

Cenazeyê Kadriye piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê dê ji bo bê definkirin bibin Stenbolê.

(zt)