Ji bo Muslîm ê HPG'î mewlûd hat dayîn
14:12
JINHA
RIHA - Ji bo endamê HPG'ê Muslîm Mîkaîl Kaçim (Mervan Gezgor) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.
Endamê HPG'ê Muslîm Mîkaîl Kaçim (Mervan Gezgor) di 29'ê îlonê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dst dabû. Malbata Muslîm ji bo zarokê xwe li Pirsûsa Rihayê mewlûd da. Rêveberên MEYADER û DBP'ê, Hevşaredara Pisûsê Zuhal Ekmez û gelek kes tevli mewlûdê bûn. Piştî mewlûda bi kurdî hat xwendin dayika wî Hacîre Kaçim axivî. Hacîre diyar kir ku dê xwîna wan li erdê nemîne û wiha axivî: "Dê tu caran xwîna şehîdên me li erdê nemînin. Em ji şer re û ji aştiyê re jî amade ne. Ger ku destên Rêber Apo ya aştiyê negirin wê demê em ji şer re jî amede ne. Ez ji vir bang li hemû jinên kurd dikim. Em yekîtiya xwe ava bikin. Ger ku em yekîtiya xwe pêk neynin wê demê em nikarin xwe ji kuştinan rizgart bikin."
Mewlûd bi xwarinê bi dawî bû.
(zt)

