Li Wêranşarê gelek heywan mirar bûn

14:27

JINHA


RIHA  - Li gundê Bêşoyê yê Wêranşarê ji ber şewata li axur a heywanan derket gelek heywan mirar bûn.

Li gundê Bêşoyê yê Wêranşara Rihayê li axurê heywanan a aydê Adil Ekîncî şewat derket. Hat ragihandin ku agirê ji ber elektrîkê derket li axurê belav bû. Piştî ekîbên agirkuj gihiştin cihê bûyerê mudaxaleyî şewatê kirin. Ekîbên agirkuj bi çend seatan şûnde agir xistin bin kontrola xwe. Hat hînbûn ku 3 çêlek û gelek mirîşkên di axurê de mirar bûn. 

(zt)