Bi hezaran kesan şervanên YPJ’ê difinkirin

17:03

JINHA


RIHA – Şervanê YPJ’ê Perwîn Dîhap û Perwîn Mstafa yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li Pirsûsê hatin definkirin. Birayê Perwîn Dîhap, Kemal Dîhap ê ku di merasîmê de axivî wiha got: “Me îro xwîşka min spart dilê Kurdistanê û gelê kurd. Şehîdên me bêmirin in.”

Şervanên YPJ’ê Perwîn Dîhap û Perwîn Mustafa (Fatma Mahmud) ên li Kobanê di pavçûna navbera hêzên YPG û YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke girseyî hatin definkirin. Cenazeyên YPJ’iyan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi girseyî hatin wergirtin. Malbata Perwîn Dîhap a YPJ’î û rêveberên DBP’ê, welatiyên Kobanê yên li konbajaran dimînin, rêveberên kantona Kobanê û welatiyên li sînor nobeta berxwedanê digirin tevli merasîma cenezayan bûn. Cenazeyên YPJ’iyan ji aliyê jinan ve hatin hilgirtin û girse wir ber bi goristanê ve derket rê. Di meşê de posterên YPJ’iyan hatin vekirin û bênavber dirûşmên “Şehîd namirin” “YPG-YPJ dimeşe erd û ezman diheje” berz kirin. 

‘Kobanê dê nekeve’

Dayikeke hate hinbûn di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de winda kiriye tevli merasîmê bû û wiha got: “Îro şervanên me yên qehreman li Kobanê ne. Ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiyê şer bikin. Kobanê dê tu caran nekeve.”

Piştî girse gihîşt goristanê nimêja ceneza hate kirin û herdu cenaze bi dirûşman li cem YPG û YPJ’iyên din hatin definkirin. 

Piştî tu cenaze hatin definkirin rêz hate girtin û rêveberê MEYADER’ê ya Amedê Medenî Aktar axivî. Medenî got ku berxwedana Kobanê berxwedana hebûnê ye divê hemû kes xwedî lê derkeve. Piştre dayika Perwîn Dîhap, Fatma Dîhap axivî û got ku keça wê tenê ye ew keça gelê kurd e û ji bo gelê kurd sersaxî xwest. Fatma Dîhap anî ziman ku keça wê bûye bûka Kurdistanê û wiha got: “Ez ê dijminan kêfxweş nekim, ez ê nigirim. Perwîna min di riya rûmetê de jiyana xwe ji dest da. Em ê serê xwe netewînin. Li hemberî wê em serbilind in.” Fatma Dîhap piştre kvirê gora keça xwe û ya Perwîn Mustafa maç kir û dirûşma “şehîd namirin” berz kir.

Piştre birayê Perwîn Dîhap, Kemal Dîhap axivî û wiha got: “Bila serê gelê kurd û Rêber Apo sax be. Me îro xwîşka min spart dilê Kurdistanê û dilê gelê kurd. Şehîdên me bêmirin in.”

Piştî axaftinan merasîma cenaze bi dawî bû.

(zt)