‘Li erdnegariyên cuda heman pirsgirêk’
18:40
JINHA
AMED - Parlamentera berê ya Afganîstanê Malalai Joya, diyar kir ku li welatên Rojhilata Navîn jin di çîna duyem de cih digire û her wiha wekî mirov jî nayên dîtin. Malalai, ligel zîhniyeta serdest a mêr jin bi fedakariyeke bêdeng têkoşîneke mezin didin meşandin.
Malalai, daxuyand ku Afganîstan wekî dile Asyayê tê dîtin û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Heta niha Afganîstan bû cihê dagirkeran û ji hêla dagirkeran ve hat şekildayîn. Amerîka bi navê azadiyê xwest bindest bike. Her wiha rejîma Talîban jî bi navê paqijiyê peykerên Buda yên li Mezar-i Şerif’ê helweşand û li Kandaharê jî li kolanan jinan înfaz dike.”
‘Qetilkirina jinê…’
Li gorî Malalaiyê dema jin tekoşîneke bi hevpar bidin dê li dijî dagirkirinê û ola ku bûye amûrê siyasete hêzeke xurt nîşan bidin. Malalai, destnîşan kir ku jin li Afganîstanê bi nepenî xebatan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li erdnegariyên cuda jin heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Jinên ku dibin dîktatoriyê dijîn bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin. Kuştina jinê bi qedandina gulê re hevbihaye. Li Afganîstanê jin wekî welatên Rojhilata Navîn rastî îşkenceyên dijwar tên. Pirsgirêka sereke li Afganîstanê ola jireh (kökten) û dagirkirine. Dema Amerîka Afganîstanê dagirkir herî zêde jin û zarok hatin qetilkirin. Her wiha bi hezaran mirov di dagikirinê de hatin kuştin. Li Afganîstanê çeken kîmyevî yên fosfor û uranyumê yên ku hatî qedexekirin hat bikaranîn.”
‘Sakîne, Leyla, Fîdan…’
Malalai, daxuyand ku çend pirsgirêkên jinan wekhev bin cudabûn jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê li dijî pirsgirêkan jin hevpar tevbigerin. Zewaca di temenê bicûk de li hemû welatan pêk tê wekî Afganîstanê, cezakirina jinê ya bi qamçiyê û şîdeta di nav malê ya li hemberî jinê. Li Îranê jî ji ber dîktatoriyê jin pirsgirêkên dijwar dijîn. Rewşa Fîlîstînê jî hêj xirabtir e. Jin û zarokên ku li dijî siyonistan têdikoşin rastî heman zextan tên. Ligel hemû zextan dîsa jî li herêmê Bihara Ereban hene. Li Kurdistanê jî şerek heye û li vir jî jinên wêrek hene. Yek jî wan Sakîne, Leyla û Fîdan hêviya hemû jina ne. Niha gelek jin hene dê rêya van bi şopînin.”
‘Ev konferans dê bibe bersiva mêran’
Malalai, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û da zanîn ku konferansa ku hatî li darxistin gaveke girîng e û wiha got: “Konferansa ku hatî lidarxistin diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê kirin. Konferanseke mînak bû. Jin li dijî serdestiya zîhniyeta mêr dê têkoşîneke hevpar bide meşandin, ev tişt di konferansê de xwe da der. Ev konferans dê bibe bersiva mêran.
(la)

