Jinên Êzidî amadekariyên zivistanê dikin
09:01
JINHA
AMED - Jinên Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cîh û warê xwe terikandine û hatine li konbajaran bicîh bûne tekoşîna jiyanê didin. Ji bo ku zarokên xwe ji sermaya zivistanê biparêzin ji bo wan kincên zivistanê bi destan çêdikin.
Êzidiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cîhê xwe berdan û neçarî koçberiyê bûn lig elek deveran belavbûn. Beşek ji wan jî li konbajarê Fîdanligê yê ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê ve hatiye amadekirin bicîh bûne. Di konbajar de ji bo ku jinên Êzidî zarokên xwe ji sermayê biparêzin ji bo wan kincên germ bi dest çêdikin. Şaredariyê qumaş û derfetên çêkirina kincan ji bo wan dane. Jinên Êzidî ji bo parastina xwe û zarokên xwe ji sermê kincan çêdikin. Li gel ku terziya li gel wane xirabûye jî lê cardin jin hewildidin pê karê xwe dikin.
‘Tenê daxwaza wan terziye’
Bi giştî di kampê de nêzî du sed jinan hene. Ji bo tevayan tenê yek terzî heye. Jin zêde di dora terziyê de dimînin. Di dema bendê mayînê de jî dezî û dirêzî didin destê xwe û bi destan kincên xwe didurun. Di dema kêliyan de tiliyên jinan têşin û nikarin bi derziyê kar bikin. Jinên Êzidî ne tenê tuştên ji qumaş çêdibin yên weke pantor û gumlek çêdikin, li gel wan jî fayîke û etqiyan jî çêdikin. Jinên Êzidî diyar dikin ku dê tucarî qenciya gelê Amedê jibîr nekin. Jinên Êzidî ji ber vê qenciya wan sipasiyê xwe ji bo gelê Amedê dikin. Tenê daxwaza jinên Êzidî terziye.
Wêne: Beritan Canözer
(zt)

