'Divê peyama Kadriye baş bê têgihiştin'

09:53

Derya Ceylan / JINHA


AMED – Endama Platforma Azadiya Civakî Kadriye Ortakaya ya ku ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê 25 rojin li sînro di nobetê debû dema xwest sînor derbazbike ji aliyê leşkeran ve hedef hat nîşandan û hat qetilkirin. Jinên ku Kadriye nas dikin ew vegotin. Endama Akademiya Jinan ya Amedê Fîgen Aras diyar kir ku Kadriye demekê din ava xebatên DOKH’ê yên Amedê de xebitiye û got: “Divê peyama Kadriye baş bê têgihiştin. Me dît ku ev tekoşîn tekoşînek gerduniye. Ji bo em xwedî lêderkevin emê bîranînên Kadriye bidin jiyan kirin. Perwerde, semîner, nirxandin û hevaltiya me ya li gel Kader bû dîrok. Emê her dem vê dîrokê zindî bihêlin.”


Endama Platforma Azadiya Civakî Kadriye Ortakaya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser herêma Kobanê li sînor 25 rojan di çalakiya berxwedanê debû. Di 6’ê mijdarê de dema ku Kadriye xwest bi komekê re derbazî aliyê din yê sînor bibe ji aliyê leşkerên tirk ve hedef hat girtin û hat gulebarankirin. Bi guleya li serê Kadriye ket jiyana xwe ji dest da. Kadriye di sala 1986’an de li navçeya Girê Sor ya Rihayê hatiye dinê. Piştî lîsê li zanîngehê beşa civaknasiyê diqedîne. Piştî qedandina beşa civaknasiyê li Zanîngeha Marmarayê lîsansa bilind ya Civaknasiyê dixwend û hîna xwendina xwe ya lîsansa bilind berdewam dikir.


Di sala 2012’an de Kadriye tê Amedê û di nava saziyên jinan yên girêdayî DOKH’ê de dixebite.  Endama Akademiya Jinan ya Amedê Fîgen Aras û Endama Navenda Piştevaniya Jinan ya Ekin Cerenê Bêrîvan Suleymanoglu Kadriye û xebatên wê nirxandin.


‘Dê xebatên me xeyalên Kadriye bînin cîh’


Fîgen da zanîn ku Kadriye xwediyê karekterek gelek bihêz bû û wiha got: “Kadriye bi şihadeta xwe nîşan da ku çawan bi pêşengiya jinan li vê tekoşînê xwedîderketin heye. Xeyalê wê yê herî mezin hemû derdor kombibin û li hemberî faşîzmê têbikoşin bû. Gelek bîranînên me yên xweşik çêbûn. Kadriye dîrokek gelek bedew nivîsand. Ez difikirim ku dê bi şihadeta wê re dê li Tirkiyê jişmendiyek şiyar bibe û di kesayeta Kobanê de dê hevgirtinek mezin çêbibe.”


‘Jiyanek ya Kadriye ya sosyalîst hebû’


Fîgen anî ziman ku Kadriye xwediyê jiyanek sosyalîst bû û wiha domand: “Kadriye hewil dida wate bide hertuştî. Gelek ji Kurdistanê dur jiyan kiribû. Ji ber wê jî dixwest Kurdistanê têbigihe û nasbike. Kadriye digot: ‘Ji dur ve ser Kurdistanê axaftin hêsane, ya giring di Kurdistanê de jiyan kirine.’ Ew tevlî nava xebatên me dibû. Bi tayîbetî me bi Kadriye re zayendiya civakî dinirxand. Di nirxandinên me de em bi hêz dikirin û hevaltiya me zêde dikir. Ew bi xwe hevalek gelek bi bawerî, bi kelecan û girêdayîbû.”


‘Emê bîranînên Kadriye bidin jiyandin’


Fîgen girêdayî tekoşîna Kadriye ya çînî jî wiha dibêje: “Piştî em naskirin êdî di derbarê hişmendiya çînî de gelek di xwend û difikirî. Her roj ew xwendin b ime re par dikir. Tucarî li gel Kadriye nîqaşên me yên ji rêzê çênebûn. Ji ber wê jî divê hemû jin wate bidin şihadeta wê û wê bidin jiyandin. Divê peyamên wê baş bên têgihiştin. Me dît ku ev tekoşîn tekoşînek gerduniye. Ji bo em xwedî lêderkevin emê bîranînên Kadriye bidin jiyan kirin. Perwerde, semîner, nirxandin û hevaltiya me ya li gel Kader bû dîrok. Emê her dem vê dîrokê zindî bihêlin. Em li vêderê sozê didin wê. Hem li Akademiya Jinan û hem jî li komeleyên dinê yên jinan kêm jî be em li gel hev man. Lê wê şopên di jiyana me de wê tucarî neyên sîlkirin hêla.”


‘Xwediyê tarzek yê îqnakirinê bû’


Endama Navenda Piştevaniya Jinan ya Ekin Cerenê Bêrîvan Suleymanoglu jî diyar kir k udi hezîrana sala 2012’an de wê û Kadriye hev naskirine û got: “Nêzîkatiya Kadriye ya li jinan gelek cudabû. Dem adi axivî xwediyê tarzek yê îqna kirinê bû. Hem din ava xebatên jinan de û hem jî din ava herêmên civakî de herî pêş de cîh digirt. Her wiha din ava xebatên dinê de jî di pêş de cîh digirt. Kadriye tevlî nava perwerdeya zayendiya civakî dibû. Xwe wiha pêşxistibû û xwe gihandibû asta wê perwerêd bide. Di hemû çalakiyan de li pêş cîh digirt û hevalek baldarbû.”


‘Ji bom e ew şehîda Kurdistanê ye’


Bêrîvan anî ziman ku hîna ew bawernake Kadriye jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: “Dema despêkê min bihîst min bawer nekir. Ew rewşek gelek bi êşbû. Ev 25 roj bû di sînor debû dema ku xwest tevlî bibe lê xistin û ew qetilkirin. Wê dixwest din ava şerê Kobanê de cîh bigire. Ew hevalek ji nava çepên tirkan hatibû. Baldariyek mezin nîşanda û dixwest beşdarî nava şer bibe. Ez ji bo malbata wê û hemû hevalên wê sersaxiyê dixwazim. Ew ji bom e şehîda Kurdistanê ye.”


 (zt)