Zarokê teqemenî di destê wî de teqiyayî: Min gelek bêriya Kobanê kiriye
10:39
JINHA
RIHA - Zarokê 12 salî yê bi navê Şiyar Ehmed ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviya û di rê de rastî teqmeniyek hat weke pêlîstok bi destan girt û teqemenî di destê wî de teqiya û birindar bû. Şiyar li konê dijî û dibêje "teqemeniya leşkerên tirk destê min jê kir". Şiyar dibêje min gelek bêriya Kobanê kiriye.
Şiyar Ehmed ê 12 salî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi malbata xwe re li gundê Bilikê yê rojhilatê Kobanê derbasî Pirsûsê bû. Şiyar di dema derbasbûne de teqemeniya ku li erdê dibinî weke pêlîstok radike teqemenî di destê wî de teqiya. Destê çepê yê Şiyar tê jê kirin û destê wî yê rastê jî çend tiliyên wî tên jê kirin. Her wiha parçe li qirik û sînga Şiyar jî dikeve. Şiyar li ber singa bavê xwe Ehmed Mihemed destpêkê dibin Pirsûsê û ji wir ji dibin Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê.
Piştî ku 50 rojan Şiyar hat tedawîkirin, niha jî li konên ji bo penaberên Rojava hatiye danîn dimîne. Destê çepê yê Şiyar bi giştî hatiye jê kirin bi destê xwe yê rastê bi du tiliyan nîşaneya aştiyê dike, dibêje min gelek bêriya Kobanê kiriye. Şiyar dibêje "Teqemeniya leşkerên tirk destê min jê kir" û tişta ku bi serê wî hatî wiha vegot: "Çeteyên DAIŞ'ê her tim bombe diavêtin gundê me ji ber vê me xwest em werin Pirsûsê. Piştî ku em hatin li ser riya trênê min li erdê cîsimek dit min ew weke pêlîstok dizanî, min bi destan girt û ew di destê min de teqiya û piştî wê destê min hat jê kirin.”
(zt)

