Hevalên Kadriye Ortakaya: Xeyala wê azadiya Kobanê bû

10:49

JINHA


RIHA - Hevalên Kadriye Ortakaya ya ku li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, diyar kirin ku xeyala Kadriye azadiya Kobanê bû û dilê wê ji bo Kobanê diavêt. Hevalên Kadriye, diyar kirin ku her dem ji bo jiyana azad têdikoşiya. 

Nobetara sînorê Kobanê û civaknas Kadriye Ortakaya di roja 53'an a nobetê de dema xwest derbasî Kobanê bibe, ji aliyê leşkerên tirk ve li ser sînor hat qetilkirin. Hevalên Kadriye ku li ser sînor 55 rojin nobetê digirin, li ser çalakî û hêviyên Kadriye ya 25 rojan li ser sînor têkoşîya axivîn. Hevalên Kadriye Ortakaya diyar kirin ku Kadriye kesek bi biryar, vîn, têkoşer û berxwedêr bû. 

'Kenê rêheval Kadriye mirovahî germ dikir'

Nobetar Rojhat Yaşar, diyar kir ku ew jî wekî rêhevala xwe Kadriye Ortakaya nêzî hefteyekê ye li gundê Mizeynter ê li ser sînor nobetê digire û wiha got: "Kenê Ortakaya mirov germ dikir. Hestê wê dilê mirov temas dikir. Dema mirov diket gund hebûna wê xwe dida der. Hem xwe dianî ziman û hem jî moral dida derdorê. Di sohbetên xwe yên ji bo Kobanê de digot 'Azadiya rastî li Kobanê ye. Kesên dixwaze azad be divê li Kobanê be'. Dixwest her kesên azadiyê dixwazin li Kobanê têbikoşin." 


‘Me bêtir çalakiya Kadriye fam kir’


Rojhat, da zanîn ku Ortakaya di sohbet û niqaşên xwe de diyar dikir ku pergal tu carî nabe bersiva wan û azadiya esil di têkoşîna ji bo jiyanê de ye û wiha berdewam kir: "Rêheval Kadriye, ji bo hevalên xwe dost û hogirên xwe bide jiyandin serî li rêyek wisa da. Me her dem piştgirî da û rêz nîşanî biryara wê da. Me bêtir çalakiya Kadriye fam kir û em dê tu carî gavan paşve navêjin. Ji ber ku di ruhê me de berxwedan heye." 

'Xeyala wê azadiya Kobanê bû'

Nobetarê ku li gundê Mahserê nobetê digire Erdal Kayaş jî anî ziman ku wî Kadriye li gundê Mizeynterê nas kir û wiha axivî: "Leşkeran bi zanebûn û taybet ew kirin hedef. Min 2-3 şevan li gundê Mehserê bi Ortakaya re nobet girt. Hevalek pir bi biryar bû. Ji bo piştgiriya YPJ'ê li vir bû. Piştî ku geşedanên li ser sînor dît biryara xwe guhert u biryar dağ ku tev li refên YPJ'ê bibe. Qetilkirina Ortakaya em pir êşandin. Dewlet bi tundî û kuştinê nikare têkoşîn û berxwedana vir têk bibe. Xeyala wê ya herî mezin azadiya Kobanê bû. Li heviya azadiya Kobanê bû. Her dem digot serkeftin pir nêzîk e û ew dê deqez bi ser bikevin." 

‘Heta Kobanê azad bibe têkoşîna me jî dê bidome’


Munevver Suna ku meheke ji Stenbolê hatiye û li gundê Mizeynterê nobetê digire jî anî ziman ku Ortakaya xwedî seknek serkeftî û pîroz bû. Munevver, da zanîn ku Ortakaya kesayetek têkoşer bû û moral dida hevalên xwe. Suna wiha got: "Hevala me Kader her dem dixwest Kobanê azad bibe. Di got azadiya Kobanê azadiya hemû gelan e. Hemû niqaş û sohbetên me li ser Kobanê bû. Di çalakiyên Kursiya Gelên Azad de her dem li ser azadiya Kobanê niqaş dikir. Di şeva herî dawî de me lîstikek lîst. Em niha tunebûna wê ji kurahiya dil hîs dikin. Leşkeran bi zanebûn Kadriye kirin hedef û gule avêtin. Heta Kobanê azad bibe têkoşîna me jî dê bidome.” 

(zt)