Dayik li sînor in zarokên wan li Kobanê li ber xwe didin
10:58
JINHA
RIHA – Dayikên ku zarokên wan li Kobanê di refên YPG û YPJ’ê de şer dikin, li xeta sînor nobeta berxwedanê digirin. Dayikên ku li xeta sînor in dibêjin ku heta serkeftinê dê nobeta berxwedanê bigirin. Dayika bi navê Gulê Polat a 2 zarokên wê li Kobanê ne wiha got: “Heta Kobanê azad nebe em ê venegerin.” Dayika bi navê Cevahîr katar jî ev tişt anî ziman: “Yên li wir li berxwe didin zarokên me hemûyan e.”
Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê herdu aliyê sînor berxwedan kete roja 55’emîn û hem li Kobanê û hem j îli xeta sînor berxwedaneke hevpar bi mînakan didome. Du dayikên ku ji Antalya ê Colemêrgê hatine û di roja destpêkê heta niha nobeta berxwedanê digirin, zarokên wan jî li aliyê din ê telan li dijî çeteyên DAIŞ’ê di nava berxwedana dîrokî de ne. Dayika bi navê Cevahîr Katar a ji Antalyayê hatiye û 30 rojan zêdetir e nobeta berxwedanê digire keça wê Rewşan Katar (21) li Kobanê ye. Dayika bi navê Gulê Polat a ku ji Colemêrgê hatiye jî ev deh roj in nobeta berxwedanê digire zarokên wê Fehmî Polat (28) û Selîme Polat (29) di refên YPJ û YPG’ê de li dijî DAŞI’ê şer dikin.
Di berxwedanê de birîndar bû lê mewziya xwe neterikand
Keç û kurê Gulê, Selîme Polat û Fehmî Polat herdu jî ji Colemêrgê heman rojê derdikevin û tevli pêvajoya şoreşê ya Kantona Cizîrê dibin. Herdu xwîşk û bira piştre derbasî Kobanê dibin. Xwîşk û bira roja êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir heta niha di nava şer de ne. Fehmî Polat di pevçûneke de birîndar dibe lê mewziya xwe naterikîne û li dijî çeteyan şer dike. Gulê Polat a ku agahiya zarokên xwe digire beriya 10 rojan ji bo piştgiriyê bide berxwedana zarokên xwe tevli nobeta berxwedanê ya sînor dibe.
Heta serkeftinê di nobetê de ne
Rewşen Katar jî ji ber ku Şoreşa Rojava wekî qada şenber a azadiya jinan dibîne di Newroza 2014’an de ji bo bibe parçeyeke şoreşê derbasî Kobanê dibe. Dayika Rewşen Katar, Cevahîr Katar jî tevli nobeta berxwedanê ya li ser xeta sînor dibe.
Dayikên ku tu gumana wan ji serkeftina zarokên xwe nîn in dibêjin ku ew ê heta ku serkeftinê bibînin dê çalakiya xwe ya nobeta berxwedanê ya li ser sînor bidomînin.
‘Yên li wir li ber xwe didin zarokên me hemûyan e’
Ji dayikan Cevahîr ewil bi silavkirina berxwedêrên li Kobanê dest bi axaftina xwe dike û dibêje ku ew ji bo piştgiriyê bide wan hatiye xeta sînor û wiha got: “Keça min niha li Kobanê ye û ez jî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana wê hatin vir. Tenê ne ji bo keça xwe ji bo piştgiriyê bidim berxwedana hemû şervanên YPG û YPJ’ê li vir im. Ew tenê keça min nîn e, keça hemû gelê kurd e û zarokên li wir li berxwe didin zarokên me hemûyan e.”
Cevahîr destnîşan kir ku heta Kobanê azad nebe dê xeta sînor neterikîne û dê li hemû qadan xwedî li berxwedana Kobanê derkevin. Cevahîr bang li gelê kurd jî kir û got ku ji bo hemû kes bibe parçeyeke berxwedanê ji bo vêyekê jî bên li xeta sînor.
‘Ji ber pêkûtiyên dewletê azadî tercîh kirin’
Dayika bi navê Gulê Polat a ji Colemêrgê hatiye jî diyar kir ku zarokên wê li dijî pêkûtiên dewletê azadî tercîh kirine û roja ku zarokên wê çûne wê bixwe ew rêwî kirine. Gulê da zanîn ku piştî zarokên xwe ew jî hatiye sînorê Kobanê û ev tişt anî ziman: “Ew çawa heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe didin em ê jî ligel hemû tiştan li ber xwe bidin. Heta Kobanê azad nebe em venagerin.”
‘Zarokên min di berxwedanê de ne pêwîst be em ê jî biçin’
Gulê da zanîn ku piştî herdu zarokên wê çûne kurê wê yê biçûk kadrî jî tevli refên PKK’ê bûye û heke pêwîst be weke dayik û bav ew ê ji bo azadiya gelê kurd bi awayeke aktîf çi pêwîst be bikin.”
Gulê bilêv kir ku kurê wê li Kobanê bi şarapnelê birîndar bûye û ev tişt anî ziman: “Ligel birîndar bû jî dev ji berxwedanê berneda. Em zimanê xwe li birîna xwe dikin û baş dikin. Em birînên xwe bi îradeya xwe baş dikin û berxwedanê didomînin.” Polat di dawiya axaftina xwe de dibêje ku heta Kobanê azad nebe dê li sînor be nobeta berxwedanê bidomîne.
(zt)

