Welatiyên di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

12:50

JINHA


KOBANÊ - Welatiyên sivîl Egîd Nebo û Nebo Elî yên ku di encama êrîşa hewanan de li herêma Tilşeîrê jiyana xwe ji dest dan ji hêla şervanên YPG û pêşmergeyan ve hatin definkirin.

Çeteyên DAIŞ'ê sivîlên ku li herêma Tilşeîrê ya rojavayê Kobanê dijîn bi hewanan hedef girtin û di encama êrîşa hewanan de welatiyên sivîl Egîd Nebo û Nebo Elî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di vê êrîşê de welatiyên sivîl Îbrahîm Bozan, Agirî Îbrahîm, Mehmûd Ebas û zaroka 3 salî Dîlber Mihemed Îbrahîm birîndar bûn. Wealtiyên birîndar li nexweşxaneya Kobanê tên dermankirin. 

Cenazeyên welatiyên sivîl Egîd Nebo û Nebo Elî ji bo definkirin birin navenda Kobanê û li wir ji hêla şervanên YPG'ê û pêşmergeyan ve hatin definkirin.

(zt)