Cerdevan li ser sînor hatin bicihkirin
13:54
JINHA
RIHA - Aliyê ku heta niha li ser sînor nedihat dîtin yek jê cerdevan bûn. Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên bi topên hewanê, bi wesayîtên zirxî cerdevan anîn û li ser riyên asfaltê bi cih kirin.
Piştî çeteyên DAIŞ'ê bi hewanan êrîşî welatiyên sivîl kirin tevgera li ser sînor zêde bû. Li gorî agahiyan, topên hewanê yên ku çeteyên DAIŞ'ê avêtin û 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl birîndar bûn, 2 topên hewanê li herêma cepê ya nêzî gundê Boydê ketin û topek hewanê jî li baxçeyê fisteqan ket.
Piştî êrîşa çeteyan li ser sînor liv û tevgera leşkerî zêde bû. Di nava vê tevgera leşkerî de vê carê cerdevanan jî cihê xwe girtin. Hat ragihandin ku 20 cerdevan li ser xeta sînorê gundê Boydê hatin bicihkirin. Cerdevan bi çekên xwe li ber wesayîtên zirxî hatin bicihkirin. Wealtiyên gundên derdorê diyar kirin ku cerdevan berê li ser xeta sînor hatibûn bicihkirin lê derbarê hejmara wan de agahî nehat bidestxistin.
(zt)

