Fermandariya YPJ’ê: Bi hezaran YPJ yî di çeperên pêş de cîh digirin
14:27
JINHA
KOBANÊ – Fermandariya YPG/YPJ’ê ya Kobanê û pêşmergeyan daxuyaniyek hevpar lidar xistin û pirsên rojnamevanan bersivandin. Fermandara YPJ’ê Hebûn Dêrik pirsên rojnamevanan bersivand û wiha got: “Hezar şervanên me hene û li hemû eniyên şer belav bûne. Şervanên li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor lidar xistine. Şervana me Arîn Mîrkan mînaka herî berbiçav û fedakartiya şervanên me ye. Em ê li ser riya wê têkoşîna xwe bidomînin.”
Fermandariya YPG/YPJ’ê û pêşmergeyên ku ji bo piştgiriyê hatin Kobanê, derbarê rewşa şer a dawî de daxuyaniyek hevbeş a çapemeniyê li dar xisn û pirsên rojnamevanan bersivandin. Di civîna ku gelek endamên çapemeniyê yên kurd û biyanî şopandin de, Endamên Fermandariya YPG’ê ya Kobanê Dijwar Xebat, Endama Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê Hebûn Dêrik û fermandarê pêşmergeyan Ehmed Gerdî amade bûn.
‘Hêza çeteyan gelek lawaz bûye’
Di destpêka daxuyaniyê de Dijwar Xebat derbarê geşedanên dawî yên li Kobanê de agahî dan. Dijwar Xebat destnîşan kir ku li Kobanê înîsiyatîf heta niha di destpê YPG/YPJ’ê de ye û derbeyên giran li çeteyan tên xistin.
Dijwar Xebat piştre pirsên rojnamevanan bersivandin. Dijwar li ser pirsa tekildarî hejmara kuştiyên çeteyan de ev agahî dan; “Ji destpêka êrîşan ve heta niha 3 hezar çete hatine kuştin. Hêza çeteyan gelekî lawaz bûye. Şervanên YPG/YPJ û pêşmerge derbeyên giran li wan dixin.”
Ehmed Gerdî jî derbarê yekîtiya kurdan de axivî û diyar kir ku ew amadene ji bo parastina Kobanê beşdarî hemû şer û pevçûnan bibin û alîkariya YPG’ê bikin.
‘Em ê li ser riya Arîn têkoşîna xwe bidomînin’
Fermandara YPJ’ê Hebûn Dêrik jî pirsa rojnamevanan a wekî “çend şervanên YPJ’ê hene?” bersivand û wiha got: “Hezar şervanên me hene û li hemû eniyên şer belav bûne. Şervanên li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor lidar xistine. Şervana me Arîn Mîrkan mînaka herî berbiçav û fedakartiya şervanên me ye. Em ê li ser riya wê têkoşîna xwe bidomînin.”
Li ser pirsa wekî, “pêwîstiya vekirina korîdora mirovî ya ji bo Kobanê heye yan na?” jî Dijwar Xebat diyar kir ku ev korîdor ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl gelekî pêwîst e. Ehmed Gerdî jî li ser heman mijarê got ku vekirina korîdorê ji bo şandina çekan gelekî girîng e.
Herdu fermandaran ji hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê xwestin ku êrîşên xwe zêde bikin û piştgiriya çekan bi wan re bikin.
(zt)

