Li Konbajar Meclisa Jinan hat avakirin
15:15
JINHA
RIHA – Kobaniyên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê hatine li Pirsusê di konbajar de bicîh bûne. Di konbajarê ku Konabî têde dijî de Meclida Jinan hat avakirin. Meclisa Jinan ya hat avakirin ji 47 endaman pêktê. Ew jinên di melcisê de peyîweridarbûn ji paqijiyê heta tenduristiyê, ji ewlehiyê heta perwerdê hemû berpirsyariya konbajar girtin ser milê xwe.
Jinên Kobaniyên li konbajarê ji bo Kobaniyan li navçeya Pirsusê ya Rihayê hatî vedan bicîh bûne Meclisa Jinan avakirin. Niha tenê li Konbajarê Rojava Meclisa Jinan hatiye avakirin. Dê paşê jî li konbajarên dinê jî meclisên jinan bên avakirin. Armaca jinan ji avakirina meslisan xweseriya demokratîk ya li Kobanê avakirinbûn li konbajar jî berdewam bikin. Bi vê bûneyê jinan dest bi rêxistinkirina jiyana konbajaran kirin. Meclisa Jinan ya ji 47 endaman pêktên dest bi tespîtkirina pirsgirêkên nava konbajar kirin. Jinên di meclisê de cîh girtin ji paqijî heta tenduristiyê, ji perwerde heya ewlehiyê hemû karên nava bajêr girtin ser milê xwe.
Din ava rojê de lêgera tenduristiyê
Jinên dinava meclisê de cîh girtin din ava xwe de karbeşî kirin. 5 jinên ciwan yên din ava meclisê de ji tenduristiyê peyîwirdarbûn niha li ber destê bijîşkan perwerdeya tenduristiyê hîn dibin. Jinên nava meclisê yên ji tenduristiyê peyîwirdar her roj serê sibê nava konbajar digerin kon bi kon diçinê û pirsgirêkên tenduristiyê tesbît dikin.
Ewlehî di destê jinan dene
Di ewlehiya konbajar de jî jin cîh digirin. 5 jinên ciwan yên endamên meclisê jî ji ewlehiya konbajar peyîwirdarin. Jinên dinava konbajar de ji ewlehiyê peyîwirdar din ava konbajar digerin û tevlî nîqaşên nava konbajar dibin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan din ava hewildanan denin.
Alîkarî bi adîlane tê belavkirin
Aliyek dinê yê giring din ava konbajar de belavkirina alîkariyê ye. Din ava Meclisa Jinan de 23 jin jî alîkariya nava konbajar belav dikin. Jin pêdiviyên nava konan tespît dikin û paşê jî alîkariyê belav dikin.
Di paqijî û perwerdê de jî rêbazek nû xistine dewrê
Pirsgirêkek dinê ya nava konbajar jî pirsgirêka paqijiyê ye. 8 endamên meclisê jî ji paqijiyê berprisin. Her roj bi rêk û pêk paqijiya nava bajar tê venêrîn.
6 encamên meclisê jî ji perwerdê peyîwirdarin. Ew her 6 endamên meclisê yên peyîwirdarên perwerdê jî din ava konbajar de mamostatiyê dikin û perwerdê didin zarokan. Jinên ku perwerdê bi kurdî didin herî zêde jî ji bo pêşdeçuna zaroka ser jiyan û hunerê perwerdê didin.
Navê şehîdan li kolanan hatin kirin
Li aliyê dinê jî xebatên despêkê yên Meclisa Jinan bûn navê şehîdan li kolanên konbajar kirin. Her kolanek yê konbajar navê şehîdek yê YPG û YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane lê hatin kirin. Navê kolanên Konbajarê Rojava wihane “Şehîd Murat”, “Şehîd Xebat”, “Şehîd Dilovan”, Şehîd Viyan” û Şehîd Şîlan” nin.
(zt)

