‘Têkoşîneke bê sînor hewceye’
10:36
JINHA
AMED – Nivîskar û helbestvana pakîstanî Sarah Huseyîn, daxuyand ku ev konferans dê hêzek çawa bide jinên pakîstanî û wiha pê de çû: “Li gorî min heke têkoşîneke jinê bê dayîn divê sînorên netew dewletê nebin û têkoşîneke bê sînor bê dayîn. Divê jin li hemberî dewlet û netew dewletan rêxistinbûna xwe li pêş bixin.”
Nivîskar û helbestvana pakîstanî Sarah Huseyîn, di axaftina xwe de bal kişand ser 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û da zanîn ku konferanseke hewce bû. Sarah, destnîşan kir ku ev konferans hêz da hemû jinan û wiha got: “Jinên ku tevli konferansê bûn welatên van hatine dagirkirin û welatên van hêj di nav şer de nin. Bi rastî niha hemû welatên cîhanê hatine dagirkirin. Lê tenê jin di ferqa dagirkirinê de nin û li hemberî şer û dagirkirinan têdikoşin. Ji ber vê jî li darxistina konferanseke bi vî rengî girîng e.
‘Aliyek maf tê binpêkirin û aliyek jî maf tê dayîn’
Sarah, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên Pakîstanê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li dijî terorê li Pakîstanê şereke kurevî tê meşandin. Niha bi navê têkoşînê li dijî terokê şerek tê dayîn. Ji ber vê jî li gorî welatên din rewşa Pakîstanê gelek zehmet e. Li Pakîstanê aliyek mafên mirovan hatiye bin pêkirin û aliyek jî maf tê dayîn. Li vir radestbûnek heye.”
Bandora fikr û ramanê femînîstên rojava’
Sarah, diyar kir ku jinên pakîstanî di bin bandora femînîzma rojava maye û gelek saziyên sivîl jî bi perspektîfa femînîstên rojava xebatên xwe dimeşînin. Sarah, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem di bin bandora femînîzma rojava dimînin û hem jî bi alîkariya fonên rojava xebatên xwe didin meşandin. Ev tişt bi xwe re li pêşxistina fikr û ramanên femînîstên rojava tîne rojevê. Têkiliya sermayeya kapîtalîst li pêş dixwe. Lê mixabin li vir li dijî vê alternatîfek nîne. Tevgerên Çepgir qelsiyek dijîn, ji ber vê jî em nikarin Tevgerên Çepgir wek alternatîfek bê dîtin.”
‘Divê pirsgirêk bên analîzkirin’
Sarah, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêk û armancên dagirkeran û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Pakîstanê pirsgirêka sereke Rizgariya Pakîstanê ye. Dema mirov li ser avakirina Pakîstanê raweste mirov baştir pirsgirêkan analiz dike. Pakîstan wekî navenda leşkeriyê hat hilbijartin. Bi vî armancê ji Hîndîstanê hat veqetandin. Ya din jî ji bo ol hat hat avakirin. Ji Hîndîstanê veqetandin û xwestin welateke misilman avabikin, lê belê wisa tê nişandan. Lê di rastiya xwe de wisa nîne, armanc ax e. Çend Pakîstan wekî netew dewlet bê nîşandan jî, niha bi gelê xwe yê Pakîstanê re di nav têkoşînê de ne. Niha Pakîstan ji hêla Kasta Panjabiya Feodal ve tê birêvebirin. Hem ji bo berjewendiyên sermayeyê û hem jî ji bo berjewendiyên leşkerî xebatan dike. Li Afganîstanê gelek nasname û grûbên cuda hene, lê ev nasname û grûb nayên temsîlkirin.”
‘Konferans dê hêz bide jinan’
Sarah, daxuyand ku ev konferans dê hêzek çawa bide jinên pakîstanî û wiha pê de çû: “Li gorî min heke têkoşîneke jinê bê dayîn divê sînorên netew dewletê nebin û têkoşîneke bê sînor bê dayîn. Pakîstan welate ke girtî û mîlîter e. Ji ber vê sedê jî divê jin li hemberî dewlet û netew dewletan rêxistinbûna xwe li pêş bixe.”
‘Li Pakîstanê bedengiya jinê’
Sarah, diyar kir ku li Pakîstanê têkoşîneke jinê ya bi rêxistinkirî nîne, lê heke bi rêxistinên jinan ên welatên din bikeve têkiliyê dê têkoşîna jinên pakîstanî li pêş bikeve û dê guhertinek pêk bê. Sarah, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha li Pakîstanê bêdengiyeke jinê heye, tevgerek nîne. Ji ber vê jî divê ev peyamên ku di konferasa jinan de derketî holê bighije jinên pakîstanî. Lê dê çawa bê ragihadin ev girîng e. Divê em qada sêyemîn avabikin û jin bê bi hêzkirin.”
‘Em ê êdî peyva na bikarbînin’
Sarah, bal kişand ser rêbazên têkoşînê û da zanîn ku divê jin di serî de bikare bibêje ‘na’. Sarah, wiha got: “Ji bo serkeftinê divê jin peyva ‘na’yê bikarbîne. Em jin dê li dijî bê edaletiyê û pergala zîhniyeta serdest a mêr dibêjin na. Her wiha divê jin hêza xwe ya xweser derxin holê. Em dê bi rêya medyayê na, bir rêya pergala heyî na dê bi pergaleke alternatî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Medya ji bo deng dayîna têkoşîna jinê girîng e, lê divê medyayeke alternatîf bê avakirin.”
‘Mijara ol gelek girîng e’
Sarah, destnîşan kir ku di konferansê de zêdetir qala olan nehat kirin û mijara olî gelek girîng e. Sarah, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû civak baweriyek vê heye. Dîroka misilmanetiyê heye lê tenê ne misilmantî. Em berê xwe didin ku gelek jinên ku rastî şîdetê tên û tên qetilkirin. Em ê zimaneke çawa biafirînin ku hemû jinên misilman binin nik hev.”
Ji bo zimanê zikmakî berê xwe da axa xwe
Sarah, helbestên xwe bi taybetî li ser têkoşînê dihûne. Sarah ji bo hînê zimanê xwe bibe li New York’ê berê xwe da bajarê Lahora ya Pakîstanê. Sarah, 2 sal in li Pakîstanê ye û tenê bi zimanê xwe ya zikmakî helbestan dinîvsinê. Li gorî Sarahê niha bêtir dibe dengê gelê xwe daxwazên gele xwe tîne ziman. Zarokeke Sarahê heye û li Pakîstanê bi tenê serê xwe zaroka xwe xwedî dike. Sarah li hemberî gelek nêrîn û nêzîkatiyan bi tenê serê xwe têdikoşe.
‘Ez nikarim zaroka xwe ji der dorê biparêzim’
Sarah, hem zaroka xwe xwedî dike û hem jî têkoşîna xwe didomîne. Sarah, destnîşan kir ku ji ber derfetên heyî nikare zaroka xwe bihêle cihek û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ez derdikevin derweyî welat ez neçar dimînim ku zaroka xwe jî bi xwe re bibim. Tu carî malbat û kesên derdora min piştgirî ne da min. Zaroka min bi min re jiyanê hîn dibe û hêj di temenê xwe ya biçûktiyê de şekl dide jiyana xwe. Zaroka min wêneyan xêz dike, lê nikare wêneyên xwezayî xêz bike, wêneyên şer û xwînê xêz dike. Ji ber ku der dora wê şer, mirin û qetilkirin hene. Em parçeyeke wî jiyanê ne. Ez nikarim wê ji der dorê biparêzim.”
Sarah Huseyîn bi eslê xwe pakîstaniye û li New York’ê hatiye dinê. Niha li Lahora Pakîstanê dijî. Nivîskar û helbestvane.
(la)

