'Keça min li peyî eşqa xwe ya çiyayan revî'

10:45

Beritan Elyakut/JINHA


AMED – Şervana YPJ’ê Cennet Bab (Gûlçîn Sêrt) ya di 14’ê kanuna sala 2014’an de xeyalê xwe yê zarokatiyê pêkaniyî û gihiştî nava refên YPJ’ê di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê de jiyana xwe ji destda. Dayîka Cennet Faise Baba diyar kir ku keça wê heskirina gelekê di hindirê xwe de dihewand. Faise da zanîn ku keça wê weke navê xwe bi bêhna cennetê û dengê azadiyê wate da Kobanê, çu li wê tevlî bêdawîtiyê bû, ji ber wê jî ew bi keça xwe serbilinde.


Ev 2 mehin li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê berxwedanek bê hempa tê meşandin. Cennet Baba (Gûşçîn Sêret) di 22’ê mijdara sala 1996’an de li Aydinê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Beriya ku Cennet beşdarî nava refên YPJ’ê bibe ji bo diya xwe helbestek li peyî xwe hêlaye û ji bo gelek bindest şer bike diçe. Di 14’ê kanuna sala 2014’an de diçe perwerdeya leşkerî dibîne û ji bo piratîk kirina wê derbazî Kobanê dibe. Di 3’ê yê mijdarê de di encama êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Cennet Faise destnîşan kir ku keça wê her demê digot: “Dema ez biçim ezê li peyî xwe ji bot e helbestekê bihêlim.” Lê di her dema wiha digot de ew difikirî ku keça wê tenê ji bo wê hêrs bike wiha dibêje.


‘Bi kurdî axaftina zarokan ew kêfxweş dikir’  


Faise anî ziman ku keça wê Cennet ji 7 saliya xwe ve bê bav mezin bûye û wiha got: “Ez ji bo zarokên xwe hem bav û hem jî dayîkbûm. Cennet amin heskiriya azadiyê bû. Ew di aliyê bavê xwe de jî gelek hesasbû, tucarî destur nedida ez qala bavê wê bikim. Li gel k udi lingê Cennet amin de platîn jî hembû lê tenê xeyalê wê çuyîna ji bo gelê xwe şerkirin bû û dawiyê gihişt xeyalên xwe. Keça min li Aydinê hat dinê û li wê mezin bû. Li taxa kum e lê jiyan dikir li hemberî kurdan nefretek mezin hebû, lê Cennet ji wan tênedigihişt ji ber wê jî her dem dixwest bê Sêrtê. Li Sêrtê bi kurdî axaftina zarokan jî ew kêfxweş dikir. Ji berk u ez her dem bi wê re kurdî ne dipeyîvîm ji min dixeyîdî.”


‘Leqabê Molotof Cennet li keça min kiribûn’


Faise bilêv kir k udi dilê keça wê Cennet de heskirinek mezin ya gel hebû û wiha domand: “Keça min bû dengê azadiyê. Weke navê xwe bi bêhna Cennetê çu kete nava watedariya Kobanê. Ez bi wê serbilindim.” Faise derbirî k udi nava dibistanê de ji keça wê re leqabê weke ‘Molotof Cennet’ lê hatibû kirin û wiha berdewam kir: “Di oda Cennetê de hemû tuşt kesk, sor û zerbû. Ji ber ez difikirîm keça min zêde her tuştî bi zêdehî dikir min carnan hinek oda wêdiguhert. Lê Cennet tehmûl nedikir û ji bom in got: ‘Tu divê carekdinê tuştek wiha nekê.’ Piştî wê rojê êdî min destê xwe li oda wê neda.”


‘Cennet bû sembola azadiyê’


Faise wiha qala keça xwe Cennet dike: “Keça min kulîlkam in bû, lê bû kulîlka çiyan û sembola azadiyê. Keça min ya xwedî ruyek mîna navê xwe weke Cennetê bû şehîda çiyayên ku wê maf kiribû.” Faise bilêv kir ku temenê keça wê biçuk bû lê keça wê  xwediyê ramanek mezin bû û wiha dom kir: “Din ava refên gerilla de cîh girtin xeyalên minbû, lê min nanî cîh. Dema ku keça min ev xeyalê min anî cîh carekedinê jî ez şanaz kirim. Keça min şehîde. Ji ber keça min dikeniya û wê demê ez têgihiştim ku keça min wê heskirin û şanaziya xwe ya çiyan di şer de veşartiye.”


‘Keça min reviya çiyayên ku aşiqê wan bûyîbû’


Faise di derbarê piştî çuna keça xwe de jî wiha dibêje: “Cennet amin ewqas xweşik bû, dema çu kesê bawer nedikir çuye her kesê digot bi hinekan re reviye. Lê keça min aşiqê çiyan bû û reviya çiyayan. Tenê daxwaza min her ciwanên k uçun beşdarî vê dozê bûn berê xebarê bidin dayîka xwe. Ev çuna bê nîşan zêdetir mirovan diqedîne. Cennet amin niha kêfxweşe. Dema ku ew şehîd ket min zanî û hîs kir. Keça min du caran xwest biçe lê ji ber platîna di lingê wê de ew nedigirtin û vê rewşê ew xemgîn dikir. Roja ku çu hat malê destê min girt dîlan kir, bi dehan caran ez maç kirim. Lê min çuna wê tênedigihişt yan minê ew bi girtana ji kurahiya dil hembêz kiribana û wê şanaziya li ser ruyê wê pêkve par kiribana.”


Dema ku Cennet din ava refên YPJ’ê de ji bo azadiya gelan şer dikir, di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe jidest da, li pişwê bîranînên wê yên li gel heskirî û hevalên wê mane.


Hem jî helbesta ku ji bo diya xwe hêlaye…


“Îro ez rêwîme dayê, diçim bêyî li peyî xwe binêrim.


Îro ez j ite diqetim dayê, li peyî girêdana xwe diçim


Bêyî ku bifikirim…


Min tu hembêz kirê, min xwest ji bot e bêjim; ‘EZ DIÇIM DAYÊ…’


Dayê min xwest di rêwîtiya xwe de ji bot e kulmek heskirin bînim…


Dayê tu nebû asteng li hember heskirin û xeyalên min nebûyê asteng…


Bêdeng diçim


Bê xatirxwestin…


Ez xwe ji dilê te digirim û diçim dayê…


Ya paş min de dimîne poşmaniya mine,


Ez diçim dayê…


Ezê te bi kenê te bibîr bînim..


Ew germbûna dilê te dida min, niha xeyalên min didin min..


Ew destên te yên ez diparastim niha agirê çiyan min diparêze..


Ezê bêriya dengê te bikim dayê,


Kenê te,


Ew hêrsbûna ji min


Ezê bêriya her tuştên te bikim…


Dê hebûna min bibe xeyalet lê mereqneke dê her dem li batebe…


Dayê binêre ez gerillame,


Ez dengê azadiyê me..


Bila mafê te l imin helal be,


Bila dilê te vekirîbe..


Dibe ku rojekê vegerim,


Bila cihê min di dilê tede amadebe…


Dayê ez keça çiyame…


Bila hindirê te rehet


Dilê te fireh be…


Dayê dê şevên ku ez bêriya te bikim hebe,


Dê şevên ez dixwazim bigirim çêbibin…


Ez hêvîdarim ku nebin dayê…


Tu qet min nefikire dayê, ezê li çareya serê xwe binêrim…


Dayê tu bi keça xwe serbilind be…!


Buyîna dayîka şehîdan,


Serbilindiye,


Rumete,


Şerefe…


Yên min li peyî xwe hêlane baş lêbinêre dayê..


Dayê dema ku ez çum nin dixwest gelek tuştî bibim,


Min nekarî…


Baş li poşiyên min,


Pirtûkên min,


Kasetên min baş binêre…


Tu dizanê ez ji wan gelek hez dikim…


Dê bavê min gelek j imin bixeyîde dizanim…


Dibe ku nexwaze carekedinê min bibîne…


Ji bo wî bêje: ‘HESKIRINA DILÊ MIN DIŞEWITÎNE, HESKIRINA GELE..’


Ezê bibim keçek layêqî wan..


Bila dilê xwe fereh bigire…


Bila kes li peyî min negirîn..


Ezê hîs bikim..


Bila bizanin hez tehmula rondikên çavên wan nakim..


Binêre dayê her çendî bihêz rawestiyame jî li wê sekna min nenêre,


Di hindirê min de xwîn diherike…


Di dema çunê de ez carnan pir hêrs dibim..


Lê ne bi destê mine..


Ez keça çiyame..


Hêlîna min ÇIYAYE,


Ava min MUNZURE,


Cihê min AXE…


Tu her dem nabêjê; ‘Çî dibe bila bibe li peyî xeyalên xwe bibezin..’


Binêre dayê ez niha gihiştim xeyalên xwe…


Dayê…


Dema k uçum tu dizanê herî zêde ezê ji bo  çî xemgîn bibim?


Ezê ji saza xwe cuda bibim..


Ax dema ku xemgîn bûm ezê ji bok ê sitiranan bêjim,


Ezê çawan bi heskirin li têlên tembûrê bixim..


Yan jî dê destên biyanî bi ser saza min bikevin..?


Dayêê..*


Nîvê dilê min..


Baş li saza min binêre..


Te digot; ‘Emê bi odê ve daleqînin..’


Tu dixwazê hema niha bi wê ve daleqîne,


Lê baş lêbinêre..


Ew ji hemû heskirinên min mezintire..


Dayê.. Ez gerilla me..


Negrî ji boyî min..


Ez bêdengiyê naxwazim,


Bi saetan, bi rupelan nivîsîn..


Ez dixwazim te bidim têgihandim…


Dibe ku ev rupelên min yên dawiyê bin…


Baş li xwişk û birayên min binêre..


Dê gelek xemgîn bibin,


Lê bila bi xwişka xwe ya mizin serbilind bin,


Ew xwişk û birayên GERILLA ne!


Bila bihêz bisekinin…


Ax dayê ezê bêm dawiyê..


Dem nêz dibe..


Roj hiltê..


Hêvî hiltê..


Dayêê..


Bila sitiranên azadiyê nekevin ser zimanê te…


Baş li xwe binêre dayê..


Bi her awayî,


Bi dilê xwe û b imin serbilind be..


Bi xatirê te…


Bi xatirê te..



Dayîk pîrozin…


Herî zêde GERILLAYÊN ME…


Êşê dikêşin,


Ez ji dayîka xwe dizanim…”


(zt)