Dîlbera biçûk jiyana xwe ji dest da

11:18

JINHA


KOBANÊ - Dîlbera 3 salî di êrîşên çeteyan de bi giranî birîndar bû. Ji Kobanê derbasî Pirsûsê hate kirin ku bê rizgarkirin, lê tenê heyanî nîvro karîbû li ber xwe bide.

Gelê Kobanê yên li Tilşeîr dimînin û nêzî sînorê Tirkiyê ne her tim rûbirûyî êrîşên çeteyên DAIŞ ê û leşkerên tirk dimînin. Çeteyên DAIŞ ê duh bi topên hewanê êrîşî herêma ku sivîl lê bûn kir û di vê êrîşê de Egîd Nebo yê keçeke wî heye û Nebo Hema Elî bavê çar zarokan jiyana xwe ji dest dan û welatiyên bi navê Îbrahîm Bozan, Agirî Îbrahîm, Mehmûd Abas û Dîlber a 3 salî birîndar bibûn.

Piştî ku leşkeran Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê vekirin Dîlbera biçûk saet neh derbasî Pirsûsê kirin. Ligel hemû mudaxaleyê Dîlbera biçûk li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

(zt)