Çeteyên DAIŞ'ê mizgeftek hilweşand

11:22

JINHA


KOBANÊ – Çeteyên DAIŞ'ê ku li hemberî sivîlan komkujî û hovîtiyê dimeşîne li ber berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê têk diçin. Çeteyên DAIŞ'ê vê carê bi mayinan Mizgefta Hecî Reşad hilweşandin.

Li Kobanê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de ji şevê din vir ve şerê dijwar rû didin. Şervanên YPG/YPJ'ê li rojhilatê Kobanê operasyon da destpêkirin û di vê operasyonê de Mizgefta Hecî Reşad û gelek noqteyên derdora wê ketin destên şervanan. Çeteyên ku nikarin li pêşiya şervanan bisekinin vê carê mizgeftan hedef digirin. Çeteyan mayinên ku li Mizgefta Hecî Reşad bi cih kiribûn teqandin. Di encama teqînê de mizgeft hilweşiya. 

(zt)