Li sînor zîncîra ji mirovan
13:40
JINHA
RIHA - Li xeta sînor a Kobanê-Pirsûs li gundê Miseynter ê çalakiya nobetê lê didome zîncîra ji mirovan hat çêkirin.
Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kantona Kobanê berxwedana li xeta sînor ku roja 56. li pey xwe hişt, kesên li xeta sînor nobetê digirin bi zincîra ji mirovan deng dan berxwedana Kobanê.
Berxwedêrên li gundê Miseynter ji qada ku kon lê, bi meş hatin meydana gund a her roj zîncîra ji mirovan lê tê çêkirin. Mirovan li vir berê xwe dan Kobanê û bi dirûşmayan xwestin dengê xwe bigihînin hêzên YPG/YPJ’ê yên di çeperên xwe de li dijî çeteyên DIAŞ şer dikin. Di çalakiya zîncîra ji mirovan de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YPG’ê hatin hildan. Di çalakiya zîncîra ji mirovan de ku bi yek dengî, “Çerxa Şoreşê” hat xwendin çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
Piştî çalakiya zîncîra ji mirovan gel vegeriya qada kon û bernameya xwe ya rojane dewam kir.
(zt)

