L. S ya 15 salî ku 95 rojan di destê DAIŞ’ê de mayî reviya û azad bû

09:41

Rojin Deniz - Axin Çırav/JINHA


ŞENGAL – Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Şengalê de zaroka 15 saliya bi navê L. S ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin. Piştî 95 rojan L. S karî bireve û xwe xelasbike. L. S rojên êsîr dibin çavan de ji ajansa me re ragihand. L. S diyar kir ku dema ew girtiye ew birine Girtîgeha Baac ê ji bo bizewicînin derxistine û wiha got: “Lê min nedizanî dê me bifiroşin kê. Ez gelek ditirsam. Çareya herî dawiyê ez difikirîm ku dawî li jiyana xwe bînim. Heger di revê de ez bi serneketama minê xwe kuştibana.”


L. S ya 15 salî ku kariyî xwe ji destê DAIŞ’ê rizgarbike di 6’ê mijarê de karî xwe bigihîne herêmên çiyayê Şengalê yên di destê HPG û YJA Starê. L. S di 95 rojên êsîr mayî de çî jiyan kiriye ji ajansa me re vegot. L. S ya 15 salî ku 95 rojan di destê çeteyên DAIŞ’ê de mayî roja ku dê bi zorê dabana zewicandin reviya û di reva xwe de bi serket. L. S bilêlv kir ku rojên di destê çeteyan debûn rastî hemû cure muameleyên xirab hatine û wiha domand: “Dema ku çeteyên DAIŞ’ê ketin hindirê Şengalê ez û malbata min êsîr girtin. Jin, mêr, kal, pîr, zarok û ciwan hemû kom bi kom ji hev cuda kirin. Wan çî li mêran kirin nizanim. Dibe ku ew hemû qetilkiribin jî. Dema ku em êsîr girtin mêr j ime cuda kirin û birin. Ez jî heta roja ku dê ez cewicandibana li gel diya min, xwişk û birayên min hêlan. Berî ez birevim 12 rojan ez ji diya min, xwişk û birayên min qetandim. 8 rojan ez di Girtîgeha Baac ê de hêlam. Ji bom in bi zewicînin ez ji wê girtîgehê derxistim û birim gundê Koço yê girêdayî Şengalê. Min qet nedizanî dê min bifiroşin kê. Ez gelek ditirsiyam. Di çareya dawiyê de min dixwest dawî li jiyana xwe bînim. Heger ez di revê de bi serneketama minê dawî li jiyana xwe banîba.”


‘Di bazarên koleyan de jinan difiroşin’


L. S ya 15 salî di 95 rojên dîl girtî de rastî gelek muameleyên dermirovane hatiye.  L. S anî ziman ku bi zorê nimêj bi wan dane kirin û zorî liwan kirine ku dest ji baweriya xwe berdin û wiha berdewam kir: “Di 95 rojên em dîlgirtî de bi zorê nimêj b ime didan kirin. Gelek jin birin bazara koleyan firotin. Gelek jin jî difirotin Suriyê.” L. S derbirî ku gelek jin û keçên ciwan yên bi zorê zewicandine dawî li jiyana xwe anîne. L. S bilêv kir ku hîna hemû malbata wê di destê çeteyên DAIŞ’ê dene û ew ji jiyana malbata xwe bifikare.


 (zt)