‘Heger ne ji zarokên min ba minê rahişta çeka hevjînê xwe’
09:49
Şêrîn Hiso/JINHA
AMED – Şervanê YPG’ê Mihemed Cedaan (Hemo Cido) di 13’ê tîrmehê de li Kobanê di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Mihemed Cedaan Rodîn Mihemed wiha dibêje: “Kesên ku li ser axa kobanê jiyane nikarin dûrî wê axê bikevin. Ger zarokên min ne biçûk bûna, min ê rahişta çeka hevjînê xwe û li cihê wî di çeperan de şer kiribana.”
Di berdewam kirina berxwedana Kobanê de gelek kesên ku zarokên xwe û malbatên xwe hêlane û beşdarî nava refên berxwedana Kobanê bûne hene. Yek ji wan jî Şervanê YPG’ê Mihemed Cedaan (Hemo Cido) yê di 13’ê Tîrmehê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest dayiye. Şervanê YPG’ê Mihemed di encama êrîşên DAIŞ’ê ser Kobanê de li gundê Qodînê yê Kobanê piştî berxwdanek mezin jiyana xwe jidest da. Mihemed zewicî bû û bavê 4 zarokan bû. Weke her cangorîkî azadiyê Mihemed Cedaan jî heval, hogir, malbat û zarokên xwe li pey xwe hiştine. Hevjîna Şervanê YPG’ê Mihemed Cedaan Rodîn Mihemed jiyan û kesayetiya hevjînê xwe nirxand.
‘Ger ne ji zarokên min ba minê rahişta çeka hevjînê xwe’
Rodîn anî ziman ku piştî hevjînê wê jiyana xwe jidest da ew û zarokên xwe çûn Dîlokê û wiha axivî : “Piştî ku hevjînê min şehîd ket, ez û her çar zarokên xwe çûn Dîlokê û 15 rojan li kampa Dîlokê man. Ji ber temenê zarokên min biçukin û mercên kampê nexweş bûn, em ji Dîlokê hatin Amedê û niha li mala birayê xwe dimînim.”
Rodîn bi lêv kir ku zarokên wê jê re dibêjin ‘Tu jî weke bavê me, me bi tenê nehêle’ û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Zarokên min dibêjin me tenê nehêle, dema em mezin bûn em ê tola bavê xwe hildin. Ger zarokên min ne piçûk bûna an jî kesek heba wan xwedî bike, min ê rahişta çeka hevjînê xwe û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikira. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên hovane, kînek gelek mezin xistiye nava dilê min. Canê min ji yê kesên şehîd dikevin ne buhatir e.”
‘DAIŞ taybetî malên şehîdan û endamên YPG’ê xera dikin’
Rodîn diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê goristanên şehîdan xera dikin û wiha berdewam kir; “Ji min re agahî hat ku DAIŞ bi tangan li ser gorên şehîdan re diçin û tên, goristanên şehîdan nema xuya dikin. Min heya niha digot dema ez vegerim Kobanê ez ê herim ser goristana hevalê xwe, lê van çeteyan ez ji wê jî mehrûm kirim.”
Rodîn da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî malên şehîdan û endamên YPG’ê xera dikin û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê mala min xera kir, ji ber ku dizanin ew mala şehîdekê ye û rojekê li hember wan rahiştiye çekê. Dema ku ez vegerim kobanê ez ê ji vê rewşê xerabtir bijîm ji ber ku kesek min û tiştek min li Kobanê nema. Dilê min ser mala min dişewite, ji ber ku ew xanî bi destê şehîdê min hatibû ava kirin. Min ji mala xwe tiştek ne anî, tenê min 2 wêneyên şehîdê xwe anîne.”
‘Bila hemû gelê Kobanê li axa xwe xwedî derkevin’
Rodîn herî dawî bang li gelê Kobanê kir ku vegerin ser axa xwe û wiha axivî “Ez bawerim ku YPG û YPJ’ê dê Kobanê rizgar bikin û tola şehîdan rakin. Divê jinên kurd bibin sedema berdewamiya şoreşa azadiyê. Divê kes xwe dûrî vê şoreşê neke. Banga min ji gelê dûrî Kobanê ketiye heye vegerin Kobanê û tevlî berxedana rûmetê bibin.”
(şh/zt)

