Berxwedana Kobanê di roja 57'mîn deye

10:29

JINHA


KOBANÊ - Berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 57’an de didome. 
Şervanên YPG/YPJ’ê, li dijî çekên giran bi çekên sivik berxwedaneke mezin pêş dixin. Di demê herî kirîtîk de jî rûkeniya ji rûyê şervanên YPG/YPJ'ê kêm nabe. Şervanên YPG/YPJ'ê bi şev û roj bi berxwedanek bêhempa li ber xwe didin. Çeteyên DAIŞ'ê jî bi hewanan û sekvanên xwe gule li bajar direşînin. Ji jiyan û berxwedana Kobanê ku ev 57 roje didome çend dîmen.

* Dîmenek ji jiyana sivîlên li ser xeta sînor dijîn.

*Kalek ku li sînorê Tilşêr cil û bergan dişo.

*Taxa ku topên hawanê wêran kirî.

*Şervanek yê YPG'ê ku ji bo xwe ji Sekvanekê bi parêzer liv û tevgera wî ya di avahiya ku tunel hatiye çêkirin.

*Li Kobanê şervanên jin yên YPJ'ê, di çeperên herî pêş de cih digrin. Li şûna ku di canteyên jinan de pêdiviyên jiyanê hebin ji bo çeperan cebilxane dikêjin.

*Çeteyên DAIŞ'ê, bê navber topên hawanan diavêjin nava bajar. kerê li ser sînor jî, bûyer çareser kiriye. Lawirên ku xendek ji bo xwe kirin sîperek û xwe ji mirinê rizgar dike.

*Qada Aştiyê. Avahiyên li derdora qadê bel ku nêzî sedan topên hewanê ketine. Sembola qadê peykerê leglegê jî ser piyane.

(zt)