Bi baweriya xwe ya berxwedêran li benda vegera Kobanêya azad in

10:49

JINHA


RIHA - Malbatên YPG û YPJ’iyan yên li Kobanê hevser, keç, xwîşk, bav, bira, zavayên xwe hiştine û hatine Pirsûsê bi baweriya xizm û rêhevalên xwe li benda roja ku vegerin Kobanêya azad. Sîdraya biçûk a ku bavê wê YPG’î ye hesreta xwe bi gotina “Dema ez vegerim Kobanê ez ê axa wî bixwim” hesreta xwe ya ji bo Kobanê tîne ziman, Rûken a 9 salî jî bi sirûda “Ey raqîb” ji bo xwîşka xwe ya YPJ’ê silav şand.

Malbatên şervanên YPG û YPJ’î yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin Pirsûsê bi cih bûn li aliyeke li vir têkoşîna jiyanê didin li aliyê din j îli benda vegera Kobanêya azad in. Dayika bi navê Emîne Sehîn bi kurê xwe yê 6 salî yê bi navê Evdilkadîr re li gundê Kesmeyê dimîne. Emîne bawer dike ku hevserê wê yê 60 salî ku di refên YPG’ê de ye û hevalên kurê wê Hemo Fethî (Artêş) ê di refên YPG’ê de jiyana xwe ji dest da dê Kobanê azad bikin. Mêvaneke din a Kesmeyê jî bavê Roza Wez (Sakîne) ya YPJ’î Mistefa Wêz û dayika wê Şahîde Elî ne. Herduyan jî diyar kirin ku zarokên xwe bi hişmendiya azadiyê mezin kirine û zarokên wan ên din jî dikarin li Kobanê tevli berxwedanê bibin. Zarokên Yasîr Şuko yê YPG’î Sîdra ya 8 salî, Sîma ya 4 salî û dayika wan Wethê Bekî û xwîşka Muhammed Mistefa yê YPG’î Medîne Narî j îli mezraya Mîranî ya gundê Kesmeyê dimînin jî diyar kirin ku ew ê vegerin Kobanêya azad.

‘Ez bi hevserê xwe ser bilind im’


Malbata Yasir Şuko yê YPG’î li Mîraniyê bi 23 malbatan ve dimînin. Wethê Bekî destnîşan kir ku ew ji gundê Kumçî ya başûrê Kobanê ne û dem ali wir malbatekedewlemend bûne. Wethê destnîşan kir ku kurê wê û zawayê wê axa wan diparêze û jibilî vê sekneke bi rûmet nîn e. Wethê da zanîn ku wan beriya şer jî hembêza xwe ji bo şervanên YPG û YPJ’ê vekirine û wiha got: “Piştî ku axa û malên be ji destên me bê girtin can kêrî çi tê? Zarokên met iştên aydî me ne diparêzin. Ew ê bi ser kevin ji bo vê tu gumana min nîn e.” Medîne Narî jîg ot ku ew ji hevserê xwe agahî nagire û ev tişt anî ziman: “Ez bi hevserê xwe ser bilind im. Em namûs û rûmeta me diparêze. Heka zarokên min mezin bana ez ê j îli cem rêhevalan bama. Dê Kobanê azad bibe û em ê vegerin.” Sîdraya biçûk jî bi gotina “Dema ez vegerim Kobanê ez ê axa wî bixwim” hesreta xwe ya ji bo Kobanê tîne ziman.


‘Li Kobanê min ji bo berxwedêran xwarin çêdikir’

Fethî Elî (60) ê YPG’î yê ji gundê Birê Remê hatine Kobanê û li wir di refên berxwedanê de cih girtiye piştî helwdana çeteyan hevsera xwe Emîne Sehîn, kurê xwe yê 6 salî Evdilkadîr Fethî şandiye gundê Kesme ya li xeta sînor. Emîne bilêv kir ku beriya 20 rojan hatine gunde Kesme û ew tişt anî ziman: “Li Kobanê min ji bo berxwedêran xwarin çêdikir. Piştî ku pevçûn zêde bûn hevserê min, em rêkirin vir. Roja dest pêkê heta niha hevserê min di berxwedanê de cih digire, şehata kurê min biryarbûna hevserê min xurtir kir.” Evdilkadir ê biçûk jî dibêje ku piştî mezin bibe dê li cem bavê xwe cih bigire. Dayuk û kur li benda vegera Kobanê ya azad in. 

Bi sirûda ‘Ey raqîb’ silav şand

Bavê Roza Wez a YPJ’î, Mistefa Wez diyar kir ku bi Şoreşa Rojava keça wî bi dildarî tevli YPJ’ê bûye. Wez da zanîn ku şervanên YPG û YPJ’ê gelek caran hatine gundê wan ê Mişko ya rojavayê Kobanê ye û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê zarokên min bi fikra Rêber Apo ve mezin bûn. Ji ber vê yekê her tim bûn alîgirên azadî û berxwedanê. Min jî tu caran pêşiya wan negirt.” Mistefa got ku baweriya wî ew e ku keça wî Roza û rêhevalên wî dê Kobanê azad bikin. Dayika wê Şahîde Elî jî got ku dê Kobanê azad bibe û ew ê vegerin mala xwe. Xwîşka wê Rûken a biçûk jî bi xwendina sirûda “Ey raqîb” silav şand xwîşka xwe. 

(zt)