Dayika birîndar xema wê ne birîna wê ye tenê Kobanê ye!

10:56

JINHA


RIHA - Dayika 7 zarokan Faziyan Nasan a ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gundê xwe terikandin û li navenda bajar bi cih bû, vê carê jî bû hedefa topên hewanê yên çeteyên DAIŞ'ê. Dayika Faziyan Nasan di êrîşa topên hawanê ji lingê xwe birindarbûye û li nexweşaneya Pirûsê tê dermankirin li bendê ye ku bigihije tendurîstiya xwe û bi zarokên xwe re vegere Kobanê.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser gundê Girkê dayika Faziyan Nasan bi zaroka xwe ya 4 mehî, zaroka wê ya herî mezin jî 10 salî bi 7 zarokên xwe re derbasî Kobanê bû û xaka xwe terk nekir. Faziyan di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên bi topên hewanan ji lingê xwe birindar bû. Piştî Faziyan bi giranî birîndar bû ew bi 7 zarokên xwe re hate Pirsûsê û li nexweşxanê tê dermankirin. Faziyan a ku bi li Nexweşxaneya Dewletê ya Hala Pirsûsê tê dermankirin wê lingê wê yê rastê were jêkirin. Zarokê Faziyan ji aliyê mirovê wan yê di kon de tên xwedîkirin. Faziyan a ku bi giranî birîndarbûyî tenê xeyalê wê bi zarokê xwe re veger Kobanê.

'Kobanê Welatê me ye em bernadin'

Faziyan piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gundê xwe terikand û li şûna Pirûsê bi zarokê xwe re derbasî Kobanê bû, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi topên hawanê bi giranî ji lingê xwe birindar bû. Faziyan diyar kir ku ew neçar maye ku welatê xwe bi terikine, ger ku ew birîndar nebûya wê bi zarokê xwe re li Kobanê tevlî berxwedanê bibûya. Faziyan tenê xeyalê wê bi zarokê xwe re veger Kobanê. Faziyan bilêv kir ku Kobanê welatê wan e, wê tu caran em welatê xwe na berdin û wiha axivî: "Hemû mirovên me di dema êrîşan de hatin Pirsûsê ji bo ku ez jî werim gelekî îsrar kirin lê dîsa jî min axa xwe ne berda. Dema ku ez baş bibim ez ê vegerim Kobanê."

(zt)