Hevalên Kader: Çawîşê Pispor nîşan girt û gule avêt Qader – FLAŞ
11:09
JINHA
KOBANÊ - Kader Ortakaya gotibû "Ger ku ez bimirim bila ji bo mirovahiyê be". Di 6'ê Mijdarê de dema xwest derbasî Kobanê bibe, li ser sînor ji aliyê leşkerên tirk ve hat qetilkirin. Lê Waliyê Rihayê diyar kir ku Kader bi perçeyê şarapnelê jiyana xwe ji dest daye. Li gel Kader 44 kes derbasî Kobanê bûn. Di nava komê de tenê Kader jin bû û ew jî dema di sînor re derbas bû ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Hevalê Kader ku derbas bûn çavdêriyên xwe parve kirin. Hevalên Kader, anîn ziman ku çawîşê pispor raste rast nîşan girt û gule avêt Kader û ew amade ne ku şahidiyê bikin.
Xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmara û civaknas a 28 salî Kader Ortakaya, di 6'ê Mijdarê de dema xwest li gel komek ciwan derbasî Kobanê bibe ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Hemû şahidên Kader diyar kirin ku leşkeran gule avêt û Kader bi guleya leşkeran hat kuştin. Lê Waliyê Rihayê jî diyar kir ku Kader bi perçeyê şarapnelê jiyana xwe ji dest daye. Dema Kader, di herêma Tîlşêr re derbas bû li gel 44 hevalên xwe derbas bû û di sinor de hat qetilkirin. Di nava 44 kesan de tenê Kader jin bû. Hevalên Kader, ku derbas bûn şahidî û çavdêriyên xwe parve kirin. Hevalên Kader ku derbasî Kobanê bûn, diyar kirin ku daxuyaniya Waliyê Rihayê ji sedî sed derew e û wan bi çavê xwe dit ku leşkeran gule berda wan. Hevalên Kader, Azad Aslan, anîn ziman ku leşkeran ewil bi bombeyên gazê mudaxale kir û piştre çawîşekî pispar bi çeka G-3 nîşan girt û gule avêt Kader Ortakaya û wiha got: "Çawîşê pispor ji deriyê maşîneya zirxî ya Kobra bi çekê nîşan girt û gule avêt. Leşkeran derbasbûna me ya sînor tehamul nekir. Dema me têl derbas kirin, leşkeran tehamul nekir. Em 44 heval derbas bûn. Ji ber ku pirsgirêka heval Kader a bêhnê hebû em nêzî wê bûn. Min çanteyê Kader dabû pişta xwe. Dema me tel derbas kir, leşker ji maşîneya zirxî ya Kobra daketin. Em li heviya hevalê xwe yên din rawestiyan. Di nava koma me ya 44 kesan de tenê heval Kader hebû. Dema wan ev dît raste rast gule avêt Kader. Em ji Waliyê Rihayê dipirsin û dibêjin perçeyên şarapnelê diyar in. Tenê li perçeyekî laşê mirov nakevin. Herî kêm 6-7 perçeyên mirov birîn dikin. Çawa dibe ku tenê li serê wê dikeve."
'Em ji hemû şahidiyan re amade ne'
Azad, anî ziman ku wî bi çavê xwe dît ku leşker nîşan girt û gule avêt û wiha got: "Leşker ji hundirê maşînê hevala me ya jin nîşan girt û gule avêt. Çawa me dît ku hevala me ket xwar em çûn cem. Dema em gihiştin cem wê neviyê serê wê perçe bûbû. Li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ew bi lezgîn rakirin nexweşxaneyê. Lê nehat qelaskirin. Ji ber ku gule li serê wê ketibû. Ev teqez wisa ye. Divê kes vê yekê înkar û berovajî neke. Em şahidin ku leşker nîşan girt u gule avêt. Em amade ne ku li dadgehê û li her derê şahidiyê bikin.”
Hevalê Kader Îrfan Bakir, jî anî ziman ku ew jî bi dildarî çû Pirsûsê û hevalê Kader ê nêzîk e. Îrfan, anî ziman ku li gel Kader li ser sînor nobet girtin û wiha got: "Berê jî di nobeta berxwedanê de em rastî mudaxaleya leşkeran hatin. 2 hevalên min girtin û neheqiyên mezin li me kirin. Hevala Kader hişti ev yek dît êdî tehamul nekir û li gel koma me xwest derbasî Kobanê bibe. Daxuyaniya Waliyê Rihayê teqez şaş e. Li ser sînor yê herî nêzîkî Kader ez hebûm. Ji ber ku pirsgirêka Kader a nefesê hebû berî em birefin me soz da wê ku wê tenê nehêlin. Dema mudaxale kirin got dibe ku ez nikarim birevim. Hûn birevin û biçin. Ketibû milê min. Carekê ket xwar. Min dîsa ew rakir. Leşkeran 3 gule avêtin. 2 gule li pişt û pêş min ketin, guleya sêyemîn nîşan girtin û avêtin. Ez naxwazim ew dem bê pêş çavê min. Ji wê rojê heta niha ez 2 saetan ranezame. Çawîşê Pispor nîşan girt û gule avêt. Teqez daxuyaniya Walî ne rast e. Gule raste rast li serê Kader ket. Ez naxwazîm wê kêlikê bibîr bînim. Ew ne şarapnal e. Teqez teqîn li wir pêk nehat.”
'Ez bimirim bila ji bo mirovahiyê be'
Îrfan, anî ziman ku Kader mirovek sosyalîst bû wiha got: "Kader ji bo mirovahiyê tiştên pir xweş digot. Digot ez amade me ku ji bo mirovahiyê her tiştî bikim û ger ku ez bimirim bila ji bo mirovahiyê bimirim. Dixwest li dijî çeteyên DAİŞ'ê faşîzma tirk têbikmoşe. Li pirsûsê 25 rojan nobet girt. Di 25 rojan de çû her qadê û têkoşiya. Heri dawî got ez dê biçim Kobanê."
'Li pêş çavê min nîşan girt û gule avêt'
Bavê zarokekî Ramazan Ozbilek ku li gel Kader derbasî Kobanê bû, çavdêriyên xwe wiha got: "Çawîşê pispor ewil bi bombeyên gazê mudaxale kir. Piştre tehamul nekir ku Kader sînor derbas bike û bi çekê gule avêt. Ewil 2 hevalên me ji piyên xwe birîndar bûn. Hevala sêyemîn Kader gule li serê wê ket. Dema ew ket xwar em ketin şokê. Her kesî kir qêrîn û hawar. Divê jiyana mirov ne ew qas erzan be. Çawişê pispor li ber çavê min nîşan girt û gule avêt. Ger ku kuştina mirovan ew qas hêsan be, bila her kes hev bikuje. Di destê me de kevir jî tune bû. Lê wan gule avêt."
Sibê jî sivilên Kobanê ku bûne şahidê kuştina Kader Ortakaya dê çavdêriyên xwe parve bikin.
(zt)

