‘Berxwedana jinên kurd îlhamê dide’
11:26
JINHA
RIHA – Ji Kolektîfa Jinan a Piştevaniya Kobanê ya li Fransayê jinên femînîst ava kirine 8 jinên ku ji bo piştgiriyê hatin Pirsûsê diyar kirin ku berxwedana jinên kurd ên li Kurdistanê û Rojava îlhamê dide wan. Endamên kolektîfê anîn ziman ku berxwedana jinên kurd modelên nû pêşkêşî wan dike û armanca avakirina kolektîfê piştgiriya berxwedana jinên kurd ên li Kurdistanê û Rojava ye.
Endamên Kolektîfa Piştevaniya Kobanê ya li Parîsa Fransayê ji aliyê saziyên jinên femînîst ve hatiye avakirin ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û bi jinên kurd re têkoşîna hevpar bimeşînin hatin Pirsûsê. Endamên Kolektîfa Jinan a Piştevaniya Kobanê ya Parîsê Brand Magdalena, Turkan Yildiz, Fauroux Clotilde, Atay Hazal, Ammour Samia, Baghali Hawzhin, Rostampour Samayeh û Samie Bertile diyar kirin ku ew ji bo bilindkirina berxwedana jinên kurd li welatên xwe dê kampanyayên navneteweyî pêk bînin û berxwedana jinên kurd berxwedaneke enternasyonalîst e û ew jî xwedî li vî berxwedanê derdikevin.
Endama Kolektîfa Jinan a Piştevaniya Kobanê ya Parîsê Brand Magdalena diyar kir ku berxwedana jinên kurd ên li Kurdistanê û Rojava îlhamê dide wan û berxwedana jinên kurd modela nû pêşkêşî wan dike. Brand destnîşan kir ku armanca avakirina kolektîfê piştgiriya berxwedana jinên kurd ên li Kurdistanê û Rojava ye û ji bo vê berxwedanê bidin naskirin dê li welatên xwe jî hin kampanyayan li dar bixin. Brand got ku ew kolektîfeke biçûk in lê ji jinên Kurdistanê hêzeke mezin digirin û ew ê bi vê hêzê bêhtir xurt bibin.
‘Em modelaj inên kurd hîn dibin’
Ji kolektîfê Fauroux Clotilde jî destnîşan kir ku ew dema hatine Kurdistanê bi endamê DOKH’ê re jî hevdîtin pêk anîne û berxwedana jinên kurd li Ewropayê zêde nayê naskirin. Fauroux ev tişt anî ziman: “Em wêneyên jinên kurd dibînin lê modelên ku datînin holê nizanin. Ji bo hînbûna vê, li welatê xwe jî binîn ziman û ji bo vê yekê jî dixwazin jinan bixin nava liv û tevgerê.”
Samie Bertile jî bicihgirtina jinên YPJ’î di kovarên modayê de nirxand û diyar kir ku kolektîfa wan antîkapîtalîst û antî emperyalîst e.Samie diyar kir ku destgirtina têkoşîna jinên kurd a bi vî rengî girîng e û modelaj inên kurd a ku ew bibin welatê xwe dê ji cihgirtina kovarên modayê cudatir be.
‘Gelek tiştên ji berxwedana jinên kurd bê hînbûn heye’
Samie da zanîn ku kovarên modayê jinan an mexdûr nîşan didin yan jî seranser digirin dest lê di bin berxwedana jinên kurd de gelek tişt heye. Samie derbirî ku tecrubeyên jinên kurd di warê rêveberiya xweser heye û ew ê ji wan tecrubeyan gelek tiştan fêr bibinin û ji bo jinên welatê wan jî sûdê bide. Samie di dawuya axaftina xwe de got ku ew ê li welatê xwe ji bo berxwedana Kobanê kampanyayê navneteweyî pêk bînin û ew xwedî li vê berxwedanê derdikevin û heta serkeftinê dê piştgiriyê bidin têkoşîna jinan.
(zt)

