Cenazeyê zaroka Kobanê Dîlber spartin axê
11:30
JINHA
KOBANÊ - Cenazeyê zaroka herêma Kobanê Dîlber Mihemed Îbrahîm ku li gundê Tilşeîrê di encama topbarana çeteyan de birîndar bibû û paşê jiyana xwe ji dest da ji aliyê welatiyên herêmê ve hat definkirin.
Beriya 2 rojan çeteyên DAIŞ seat di 08.30'an de welatiyên gundê Tilşeîr û bajarê Kobanê bi hawanan topbaran kirin û di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes tevî zaroka bi navê Dîlber Îbrahîm birîndar bûn.
Zaroka 5 salî Dîlber Îbrahîm ku paçeyên topan li serê wê ketibûn rakirin nexweşxaneya bajarê Kobanê. Tîmên tendurîstiyê ji ber kêmbûna derman û alavên tendurîstiyê ew rakirin Pirsûsê da ku dermankirina xwe li wir dewam bike. Tevî hewldanên bijîşkan jî ji ber birînên xwe yên giran li nexwşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Dîlber Îbrahîm duh li goristana têkoşeran a herêmê spartin axê.
(zt)
