Li Muglayê erdhêj pêk hat

13:19

JINHA


MUGLA - Li navçeya Ula ya Muglayê bi pileya 4.8 erdhêj pêk hat.

Serwîsa agahîdayîna serokatiya daîreya AFAD'ê ragihand ku li navçeya Ula ya Muglayê bi pileya 4.8 erdhêj pêk hatiye. Li gorî agahiyên destpêkê yên erdhêjê tu zirar rû nedaye. Dîsa bandora erdhêjê li taxa Turgut a Ulayê û li taxa Bagcilar a Koycegîzê hatin hîskirin.

(zt)