Dr. Newal El Sadawî: YPJ’e şerf û nasnameya jinên cîhanê diparêze
14:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û aktîvîsta femînîst a Misirî Dr. Newal El Sadawî ji bo şervanên YPJ’ê yên li Kobanê û Rojava têdikoşin got: “Şervanên jin li Kobanê li ber xwe didin, şeref û nasnameya qehremaniya jinên cîhanê diparêzin."
Nivîskara femînîst a Misîrî Dr. Newal El Sadawî ji bo şervanên YPJ’ê nameyek nivîsî. El Sadawî di nameya xwe de got: “Jinên Kurd ên li Sûriyeyê şer dikin hene. Ew parçeyek ji misilmantiya rojhilat in. Jinên Kurd îro li dijî DAIŞ’ê têkoşînê dimeşînin. Têkoşîna wan li dijî Selefiyan û pergala baviksalariyê ye. Jinên Kurd vî şerî ji bo azadî û demokrasiya cîhanê dikin."
‘Li gelek qadan jin dikarin li pêş mêran bin’
Dr. Newal ji ber sekna xwe ya muxalîf û têkoşîna xwe ya li dijî paşverûtiyên li Misirê bûye hedefa desthilatdariyê di nameya xwe de li ser wekheviya jin û mêr disekine. Dr. Newal di berdewamiyê de wiha got: “Li hemû cîhanê di navbera jin û mêr de cudahî tune. Li gelek qadan jin dikarin li pêş mêran bin jî."
‘Divê em giranî û qîmetê têkoşîna jinên Kurd bibînin’
Newal di nameyê de bal kişand ser Selefiyên çeteyên DAIŞ’ê û diyar kir emîrên çeteyan ji endamên xwe re dibêjin, ger hûn ji aliyê jinan ve bên kuştin hûn naçin bihuştê û ev jî di nava çeteyan de rê li ber tirsê vedike. Newal bal kişand ser girîngiya piştevaniya têkoşîna jinên Kurd û wiha berdewam kir: “Divê em giranî û qîmetê têkoşîna jinên Kurd bibînin. Divê em aktîf piştgiriyê bidinê. Divê piştevaniya me ne bi gotinan be. Di mijara ol û baweriyan de li dijî jinê nêzîkatî neguheriye. Ez çandê wek rojhilat an jî rojava, Xiristiyan an jî Misiliman nabînim. Mêr li ser jinê di Misilmanetiyê de tune."
Newal di 1972’an de pirtûka xwe ya ‘Woman and Sex’ ku pirsgirêka jinên Ereb girtibû dest rastî bertekên tund ên aliyê olî hatibû. Newal ji ber ku li dijî Peymana Camp Davîd û Dagirkirina Îngîlîzan derket hat girtin û ji hevserê xwe hat berdan û ji Misirê hat derxistin.
Ji aliyê desthilatdariya Misrê ya demî ve hatibû girtin û rastî cezayê mirinê hatibû.
(zt)

