Jin di 25’ê Mijdarê de bi giyana berxwedanê amade dibin

09:09

Bêrîtan Elyakut /JINHA


AMED – Ji bo ‘Roja Tekoşîna Navnetewi ya Dawîkirina Şideta Ser Jinan’ dê li Amedê jî li gel çalakiyên cihêreng meşek girseyî jî bê liderxistin. Koordîneatora EPÎDEM’ê Neslihan Başak diyar kir ku YPJ berxwedanek mezin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dikin û got: “Emê jî vê berxwedanê ji bo xwe mînak bigirin û di roja 25’ê Mijdarê de  rojeva Kobanê jiyanî bikin.”


Dê Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) a Amedê 25’ê Mijdarê bi boneya “Roja Tekoşîna Navnetewi ya Dawîkirina Şideta Ser Jinan” çalakiyên cihêreng lidarbixin. Dê di çarçoveya çalakiyan de roja 23’ê yê mijdarê saet di 13’an de ji Parka Koşuyoluya li navçeya Rezan meşek girseyî pêkbê heta Qada Îstasyonê berdewam bike. Dê li gel meşê jî gelek çalakiyên dinê bên lidarxistin. Koordîneatora EPÎDEM’ê Neslihan Başak di derbarê bernameya çalakiyên xwe de agahî dan û wiha got: “Weke her kes dizane 25’ê Mijdarê xwişkên Mirabel mîrasek mezin di vê rojê de ji bom e hêlaye.” Her wiha Neslihan bilêv kir ku ew mîras di kesayeta Sakîne Cansizan, Arîn Mîrxan û Kadriye Ortakaya yan berdewam dike.


‘Me bi giyana berxwedanê bernameya xwe lidarxist’


Neslîhan anî ziman ku ji bo lidarxistina bernameya 25’ê Mijdarê ew weke STK, LGBTÎ, kedkar û DOKH hatin bahev û wiha domand: “Me bi giyana berxwedanê bernameya çalakiyên xwe lidarxist. Din ava tevayî Rojhilata Navîn de belaya DAIŞ’ê heye û dixwazin bi êrîşên xwe ji nû ve nexşerêya me xêz bikin. Mixabin hedefa yekem ya van êrîşan jinin. Çeteyên DAIŞ’ê naxwazin bi jinan re şer bikin. YPJ berxwedanek mezin li hemberî wan êrîşan didin. Emê jî vê tekoşînê weke mînak bigirin û di 25’ê Mijdarê de rojeva Kobanê jiyanî bikin.”


Emê hewilbidin 25’ê Mijdarê bi awayekî herî bi hêz derbaz bikin’


Neslîhan da zanîn ku ewê hewilbidin di Rojhilata Navîn de jinên kurd, êzidî, ereb, elewî, sunî û ermenî çawan berxwedanek hevbeş didin di qadan de bidin nîşandan û wiha berdewam kir: “Emê hewilbidin 25’ê Mijdarê bi awayek herî bi hêz derbaz bikin. Heta roja îro her dem jin bi mexdurbûna xwe hatine rojevê. Dewlet û mêrên jinan mexdur dikin hene, lê emê îsal hêza xwe ya tekoşînê di qadan de bidin nîşandan. Emê ji jinên mexdur zêdetir jinên berxwedêr bikin rojev.”


Dê ji Parka Koşuyoyuyê heya Qada Îstasyonê bimeşin


Neslîhan destnîşan kir ku dê starta 25’ê Mijdarê di 16’ê midarê de bi jinên Şengalî re bidin û wiha dom kir: “Dê navçeyên derve li gorî taybetbûna xwe bernameyên xwe derxînin. Dê di 23’ê yê Mijdarê de ji Parka Koşuyoluyê heta Qada Îstasyonê meşek mezin bê lidarxistin. Di roja 25’ê Mijdarê de jî weke çuna Pirsusê bernameyek me ya bi vî rengî heye.” Neslîhan bang li hemû jinên Amedê kir ku got: “Werin em bi hev re li mîrasê heval Sakîneyan, Arînan û Kaderan ji bom e hêlayî xwedî derkevin. Werin em di 25’ê Mijdarê de li hemberî şideta mêran, şideta polîsan, şideta DAIŞ’ê, şideta dewletê û zilma AKP’ê li qadan bin.”


Wêne: Berîtan Canozer


(zt)