‘Tenê şopa guleyekî di serê Kader de hebû’ - FLASH
09:38
JINHA
KOBANÊ –Têkîldarî qetilkirina Kader Ortakaya yu ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê hewl da li sînor derbas bibe lê ji serê xwe bi guleyê jiyana xwe ji dest da şahidên bûyerê û rayedarê nexweşxaneya Kobanê axivîn. Rayedarên nexweşxaneyê Ednan Îbrahîm ev tişt anî ziman: “Ji ber ku jiyana xwe ji dest dabû me tiştek nekir. Di laşê wê de tu birîn û şopên şarapnelê tunebû. Tenê di serê wê de şopekî guleyekî hebû. Li cihê ku gule derketibû hestiyê serê wê parçe kiribû.” Yek ji şahidê bûyerê Şêro Hesanî û ev tişt anî ziman: “Leşkerên tirk ji wesayîta dupişk gule berdan. Dema gule berdan keçik kete erdê, du xortên din jî ketin erdê. Di vê navberê de me wesayîta xwe xebitand û ber bi wan çûn lê wesayîta me jî gulebaran kirin. Ez çûm min keça ku birîndar bû hildam û hatim. Hê jî şopên xwînê di wesayîta min de heye. Di laşê wê de birinên cuda tunebû. Gule berdabûn serê wê.”
Hevalên Kader Ortakaya ya ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê di 6’ê mijdarê de bi 44 hevalên xwe ve xwest ji herêma Tîlşeîrê derbasî Kobanê bibin, duh ji ajansa me re diyar kiribûn dema Kader ji sînor derbas dibû ji aliyê çawişê pispor ve nîşan hatiye girtin û hatiye qetilkirin. Berovajî daxuyaniya Walîtiya Rihayê ya “bi parçeyê şarapnelê jiyana xwe ji dest da” hevalên wê yên ku bi wê re derbasî Kobanê bûn, welatiyên li herêma Tîlşeîrê yên bûne şahidê bûyerê û rayedarên nexweşxaneya Kobanê diyar kirin Kader ji serê xwe hatiye kuştin. Tiştên rayedarên nexweşxaneyê anî ziman, gotinên şahidê bûyerê yên herêma Tilşeîrê û yên hevalên Kader piştrast dike.
Berpirsyarê nexweşxaneya Kobanê Ednan Îbrahîm diyar kir ku dema Orkataya anîne nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Îbrahîm wiha berdewam kir: “Ji ber ku jiyana xwe ji dest dabû me mudaxaleyek nekir. Di laşê wê de şopên şarapnelê tunebû. Tenê di serê wê de şopê gule hebû. Li cihê ku gule derketibû hestiyê serê wê parçe bûbû. Du birîndarên din jî anîn. Yek jî gundiyek hebû. Ew jî bi guleyên leşkeran hatibûn birîndarkirin. Ew j ilingên xwe birîndar bûbûn.”
Welatiyê bi navê Şêro Hesanî yê ji herêma Tîlşeîrê ye jî piştî Kader ji aliyê leşkeran ve tê gulebarankirin bi wesayîta xwe ve tîne. Şêro têkîldarî tiştên wê rojê qewimin ev tişt anî ziman: “Piştî em ji sînor derbas bûn piştê 20 metre ji sînor derbas bûn gulebaran kirin. Leşkerên tirk ji dupişkê gulebaran kirin. Dema gulebaran kirin keçik ket, piştre di xort jî ketin. Ew jî ji lingên xwe birînidar bûn. Di vê navberê de min wesayît xebitand û ber wir çûn, em jî gulebaran kirin. Gulebaran kirin lê ez nesekinim. Jina hate birîndarkirin min hilda ji serê xwe birîndar bûbû. Mejiyê wê derketibû, di wesayîta min de ma. Hê jî şopên xwînê heye. Wer jiyana xwe ji dest dabû. Weke din di laşê wê de birîn tunebû.”
‘Tenê leşkerên tirk gulebaran dikir’
Şêro da zanîn ku dema Kader Ortakaya û hevalên wê derbasî aliyê Kobanê bûn teqîn pêk nehat û ev tişt got: “Tenê leşkerên tirk gulebaran dikirin. Di wê navberê de leşkeran bombeyên gazê jî diavêtin. Lê gaz davêtin gelê vê derê.”
Şahidê bûyerê yekî din jî Fewaz Mihemmed Haçîm ê ji Kobanê ye. Fewaz têkîldarî bûyerê ev tişt anî ziman: “dema ciwan ji wir derbas bûn leşkerên tirk ji dupişkê gulebaran kirin. Jin ji serî xwe birîndar bû û li wir jiyana xwe ji dest da. Ciwan jî birîndar bûn. Jina ku jiyana xwe ji dest da Şêro bi wesayîta xwe ve bir, ciwanên din ên birîndar j îmin bir. Li aliyeke DAIŞ gulebaran dikir li aliyê din jî Tirkiye. Em di navbera du agiran de mane.”
Haweş Berkel jî şahideke din ê bûyerê ye jî ev tişt anî ziman: “Dema kom derbas bû ji dupişkê gulebaran kirin. 3 kes ketin. Dema ew gulebaran kirin li aliyê din bombeyê gazê jî avêtin me. Em hemû kor bûn. Herî kêm 20 bombeyên gazê avêtin.”
Welatiyê bi navê Besam Mislim jî der barê bûyerê de got ku dema Kader Ortakaya û hevalên wê ji sînor derbas bûne wesayîta zirxî ya leşkeran li cem wan bûye ûtiştên ku piştre qewimî jî wiha anî ziman: “Koma ku ji sînor derbas bû wesayîta dupişk li cem me bû. Li hemberî me komeke din jî hebû. Dema ew kom ji sînor derbas bû dupişk ji cem me bilez û bez ber bi wê derê çû. Piştre gulebaran kirin. Du kes ketin erdê û piştre rabûn û reviyan. Piştre jinek gulebaran kirin û gule berdan serê wê. Min hewlda xilas bikim l ême nekarî. Ez vê ji hemû kesan dipirsim: Çima? Vê keça me dikujin lê DAIŞ ji cem wan re derbas dibe. Tenê pirsa vê yekê dikim, wekî din tiştekî nabêjim.”
(zt)

