Ji bo dayikan roj li Kobanê hiltê li Kobanê diçe ava
10:07
JINHA
RIHA - Welatiyên bi mehane ji bo destek kirina berxwedana Kobanê li ser sînor nobedê digirin, heta azadiya Kobanê hewl didin bibin parçeyek ji berxwedanê. Ji berxwedêrên li ser sînor Fatma Silopî ev tişt anî ziman: "Ji bo hemû dayikên li vir nobedê digirin, roj ji Kobanê hiltê, li Kobanê diçe ava."
Ji bo destekkirina çalakiya nobedê ya li gundên Mehser û Miseynter ên li ser sînorê Kobanê tê girtin, her roj ji bajar û welatên cuda mirov tên ser sînor. Gelê li ser sînor nobedê digire jî, heta serketina berxwedanê bi biryar in, ku sînor vala nehêle. Dayika bi navê Fatma Silopî ya 60 salî ya ji Şirnexê ku nêzî 30 roj in nobedê digire anî ziman ku bi şev û roj bala wan her li Kobanê ye û wiha axivî: "Ji ber ku parçeyek ji canê me zarokên me, niha li Kobanê mîna rojekê şewqê didin. Kurê min û birazê min berî mehekê tevlî berxwedana Kobanê bûn. Ji vê derê her roj bi dûrbînê ez li kurê xwe dinêrim."
'Berpirsyarê vê yekê Erdogan e'
Fatma diyar kir ku ew di nava rojê de bi dûrbînê Kobanê dişopîne, bi şev jî nobedê digire û wiha pêde çû: "Êşa zarokan gelekî zehmet e, li vê êşê êşa xakê jî zêde bû. Ez nizanim ka ez ê bi kîjanê biêşim. Tiştên li hemberî Kobanê tên kirin, fêm nakim. Me çi bi kê kir ku ev anîn serê me? Çi hat serê me, ji ber dilpaqijiya me hat. Di salên 1990'î de tevahiya xizmên min ji Şirnexê hatin derxistin. Niha li Mexmûrê ne. Xizmên min ên li Mexmûrê êşên giran kişandin, vê carê li hewldana komkujiya DAIŞ'ê rast hatin. Yekane berpirsyarê ev tiştên tên serê me Tayyîp Erdogan e. Wî berê DAIŞ'ê da me."
'Bila dayikên leşkeran jî bên vir'
Zekiye Akdogan a kurê wê û xizmên wê berî 20 rojan, ji bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin tevlî YPG/YPJ'ê bûne û ev 20 roj in bi dûrbînê li Kobanê temaşe dike. Zekiye anî ziman ku sekna wê ya li ser sînor ji bo wê tê wateya berxwedanê û bi vî rengî, kêm be jî pêşî li derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê ji sînor tê girtin. Zekiye got, "Li aliyê din ê sînor, her gava dengê êrîşekê tê, ez dilteng dibim" û axaftina xwe wiha dewam kir: "DAIŞ'ê çav berda mal û milkên me. Di vê rewşê de wijdanê min qebûl nake ku li malê rûnêm. Berpirsyariya berxwedana li vir ne tenê li ser milê Kurdan e. Ji bo pêvajoya çareseriye ya bi awayekî dimeşe, ber bi aliyekî erênî ve biçe, divê dayikên leşkerên Tirk jî tevlî berxwedana me bibin."
'Ax namûs e'
Kulîlxan Yuksel a 70 salî jî ku zêdeyî hefteyeke nobedê li ser sînor digire anî ziman ku ji ber ku kobaniyan jiyaneke demokratîk xwestine ev êrîş hatine serê wan. Kulîlxan diyar kir ku ev êrîş bi desteka Tirkiyeyê tên kirin û ev tişt anî ziman: "Çeteyên DAIŞ'ê dest dirêjî namûsa me kirin. Namûs ne tenê jin e, namûs xak e. Em ê ew destên dirêjî namûsa me dibin, bişkînin. Bila kes kêfa xwe nîne, Kobanê wê bi ser bikeve."
(zt)

