Leşkeran rojavayê sînor emanetî DAIŞ’ê kir!

10:27

JINHA


RIHA – Welatiyên gundên sînor diyar kirin ku leşker Tilşeîra di bin kontrola hêzên YPG û YPJ’ê de ye bi wesayîtên zirhî dipoşînin lê leşkeran qada ku 40 kîlometreyan pêk tê û di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye jî emanetî çeteyan kirine û ew ewlehiya xwe bi xwe diparêzin.

Leşkerên tirk j içemê Firatê heta navenda Kobanê qadeke ji 40 kîlometreyan pêk tê teslîmî çeteyên DAIŞ’ê kirine, l êli aliyê din leşkerên tirk qada ji 100 kîlometreyan pêk tê û di bin kontrola hêzên YPG û YPJ’ê de ye jî bi wesayîtên zirxî “kontrol” dikin. Welatiyên li jora rojavayê xeta sînor dijîn diyar kirin kul i qadên ku DAIŞ lê ye her tim ceryan tên birîn û ji ber ku leşker sînor vala dihêlin ewlehiya wan nemaye. Welatiyan diyar kirin ew bixwe ewlehiya xwe digirin. 

Xeta Boydê-Tilşeîr

Li gundê Boydê kul i dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nobet tê girtin çend caran rastî êrîşa bi bombeyên gazê û guleyên rasteqîn hat. Gundê Boydê ku dema Tilşeîr di bin kontrola DAIŞ’ê de bû rastî êrîşa çeteyan hatibû, dema kete bin kontrola hêzên YPG û YPJ’ê leşkeran gelek wesayîtên zirxî li sînor bi cih kirin. Gundê Boydê ku ji bo dehan malbatê Kobanê re malovaniyê dike diyar kirin ku nikarin berhemên xwe yên li sînor kom bikin, zeviyên xwe bi kar bînin ji ber êrîşên leşker û çeteyên DAIŞ’ê ewlehiya canê wan nemaye. Welatiyên Boydê anîn ziman ku piştî YPG’ê girê Tilşeîrê girt hinekî rehet bûnê. Welatiyên ku wesayîtên xwe anîne herêmê ji ber ku leşker û çeteyên DAIŞ’ê wan dikin hedef aciz in. Herî dawî hefteya borê qetilkirina Kader Ortakaya û beriya 3 rojan jî 3 welatiyên Kobanê bi hewanên çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin, welatî ji ber vê yekê bi hêrs in. Welatiyan diyar kirin ku leşker dixwezin dorpêça li sînor zêde bikin û ji ber vê jî di bin navê dê xebatkarên çapemeniyê bên bicihkirin cih dixwazin lê ne ji bo çapemeniyê ji bo çêkirina qereqolê cih tê xwestin, ji ber vê yekê jî ev daxwaz red kirine. Li sînorê Boydê ku leşkeran dorpêç zêde kiribûn û cerdevan hitabû bicihkirin bûbû mijara nûçeyan.

Xeta Tilwerdan- Zorava 

Di rojên borî dîmên ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê ve hatibûn serwîskirin têkîliya di navbera leşkeran û DAIŞ’ê nîşan dabû heta tê dîtin ku leşker rehet in û ewlehî di asta herî jêr de ye. Li xetê tenê wesayîteke zirxî heye û li aliyê din li gundê Zoravayê çete bi motorsikletan digerin. Welatiyên Tilwerdanê ku hembezê xwa ji bo xizmên xwe vekirine li aliyê din jî tevgera çeteyan dişopînin û li benda roja azadiya Zoravayê ne.

Xeta Siwêdê -Siftek 

Li girê Siwêdeyê ku televîzyona ÎMC’ê nîşan dabû çete di bin çavdêriya leşkeran de derdikevin jora gir û êrîşî hêzên YPG û YPJ’ê dikin ji bo xebatkarên çapemeniyê û welatiyan hatiye qedexekirin. Welatiyên Kobanê yên ku wesayîtên ku tînin herêma li hemberî Siftekê bi cih kirine dem bi dem dibin hedefe çeteyan. Li herêma navîn di 3’ê mijdarê de weyatiyê bi navê Necîp Reşad Seydî bi guleya karnabê ya çeteyan birîndar bûbû lê leşkeran 2 saetan ew negirtin ji ber vê yekê jî jiyana xwe ji dest dabû. Welatiyên Siwêdê jî xizmên xwe yê ji Kobanê hatine kirine mêvan diyar kirin ku leşker û çete di nava têkîliyan de ne û ewlehiya wan nemaye.

Xeta Goktepe- Dîkmetaş, Korelî, Selîm, Xurxurî 

Welatiyên gundê Goktepeyê yê li xeta sînor e jî diyar kirin ku tevgera çeteyan qasî berê zêde nîn e lê dem bi dem bi motorsikletan ve tên sînor û diçin. Welatiyan diyar kirin kul i gundên Dîkmetaş, Korelî, Selîm û Xurxuriyê yên li hemberî wan e xizmên wan hene û ji van gundan 25 malbat mêvanên wan in. Welatiyên Goktepeyê j îli benda roja ku çeteyên êrîşê xizmên wan dikin bên paqijkirin in. Welatiyan anîn ziman ku dema şervanên YPG û YPJ’ê li wir bûn leşker li wir disekinîn lê piştî çete hatine leşkeran xeta sînor valakirine. 

Xeta Aşme-Aşme 

Gundên Aşmeyê kul i herdu aliyê sînor e û navên xwe parastiye jî ji malbatên hatine parçekirin pêk tên. Aşmeiyên jor li gundê xwe yê ji 50 malan pêk tê ji gundê jêr 47 malbat kirine mêvan û sînorên di navbera xwe de rakirine. Welatiyê bi navê Hasan Yildiz diyar kir ku dema hêzên YPG û YPJ’ê li bû wesayîtên zirxî li sînor bûn elê dema çete hatine leşker sînor valakirine. Hasan bilêv kir ku ewlehiya wan teslîmî çetayan hatiye kirin û ev tişt anî ziman: Çete bi şev bên û me hemûyan serjê bikin dê tu kes agahder nebe. Ji ber ku em di xeta sifirê de ne, leşker nîn e. Em hewl didin ewlehia xwe bigirin. Em ê ewlehiya xwe jî ya gundê xwe jî bigirin.” Welatiyên Aşmeyê anîn ziman ku dema êrîşên li dijî Kobanê çeteyan mewziyên ku kolandibûn niha valakirine û tevgera wan nabînin.

Xeta Zehrî- Çeloglu 

Welatiyên Zehrîlê diyar kirin ku ew li Çelogluya derûdora wî tije mewzî bûn tevgerê dibînin. Li girê Zehrî ya ku di meha hezîranê de bûbû qada berxwedanê niha şopên êrîşên leşker û polîsan ên wê demê hene. Welatiyan gotin ku çeteyan ji ber tirsa bombebarana hewayî ya hêzên koalîsyonê hemû mewziyên xwe valakirine û li Cibnê, Zormîxar, Şêxler, Mişko û bêhtir vekişyane başûr. Welatiyên Zehrîl ê ku bi dehan malbatên Kobanê re hembêza ve vekirine destnîşan kirin ku ew mewziyên li dora Çeloglu ya çete li wir in 24 saetan dipoşînin.

Xeta Zaret-Zaret 

Gundê Zaret a li qiraxa çemê Firatê ye û bûy edu parçe jî ji ber ku nêzî Cerablusê ye yek ji gundên ewil ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin e. Xeta ku xwîşk û bira ji hev qût kiriye lê têkîliyên civakî nekariye qût bikin. Xizmên li herdu aliyan bi hevre jiyane. Navbera herdu aliyan 50 metre jî nîn e. Ji ber vê yekê jî welatiyên Zaretê hemû liv û tevgera çeteyan dikarin bipoşînin. Welatiyan ev tişt anî ziman: “Dizî kirin. Pencereyên malên me jî derxistin û birin. Em niha dîsa li gundê xwe ne. Lê gundê me yê jêr jî dê di demeke kin de azad bibe.” 

Welatiyên li gundê Zaretê ya jor destnîşan kirin ku ev demeke dirêj e li gund çete nemaye û li pey wan gundê hatiye talankirin û mewziyên hatine kolandin mane.

(zt)