Ararat Kato: Çete li heberî berxwedana şervanên YPJ’ê têkçune
11:29
JINHA
KOBANÊ - Hêzên tarî ku bi hesabên xwe yên şaş dixwestin bikevin Kobanê nizanîbûn ku wê rastî şervanên azadiyê yên YPJ'ê ku bi vîn, israr û hêza azadiya xwe cîhan matmayî hişiye, werin. Endama YPJ’ê Ararat Kato di derbarê eniyên berxwedana jinan de wiha dibêje: “Çete li hemberî berxwedaniya şervanên YPJ'ê yên qehreman têk çûne. Carekê çeteyan bang li hev dikirin û ji hev re wiha digotin 'Ev eniya başûr ya jinan e, ji bo ku em bi guleyên jinan neyên kuştin em naxwazin êrîş bikin.’ Ev yek nîşana herî mezin a têkçûna çeteyan li hemberî berxwedana bêhempa a şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye."
Şervana YPJ'ê Ararat Kato ku niha li eniya şer a başûrê Kobanê cihê xwe digire du caran birîndar bûye û dest ji qada xwe ya şer bernade. Dema ku çeteyan êrîş kirin di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyan şerên dijwar rû dan û têde Ararat Kato birîndar bû. Ji bo wesifkirina şerê ku di navbera wan û çeteyan de derketine Ararat ji nûçegîhana ANHA'yê Nesrîn Ebdî re axivî û got: "Em nêzî wan bûn, şer û pevçûnan destpê kirin. Me bi klaşînkov, bombeyên destan li hemberî çeteyên êrîşkar şer dikir. Şerê me xweş bû. Her dem me dilîland û durişme davêtin. Çete hêrs dubûn, hawar hawara wan dihate me. Şerê me ji seat 20.00'an heta 02.00'an bi şev dewam kir."
‘Ez bi serjêkirinê tehdîd kirim’
Şervana YPJ'ê Ararat Kato diyar kir ku birîna wê bû sedema ku bi hêztir tevlî qadên şer bibe û karibe bi hevalên xwe re parastina herêma xwe bikin. Piştî dermankirina birînên Ararat careke din berê xwe dide eniya başûr û cihê xwe di çalakiyên li dijî çeteyan de digire. Li gorî Ararat, di çalakiyeke ku ew jî têde beşdar bubû de gelek çete tevî emîrekî hatine kuştin. Di vê çalaiyê de Ararat jî ji lingê xwe birîndar dibe. Ararat a YPJ'yî tevî rewşa şer û pevçûnan jî her dem rûyê wê li ken e û moralên wê bilind in. Ararat şerekî ku hatiye jiyîn wiha vedibêje: "Carekê li ser bêtêlê çeteyan bang li min kirin. Min bi serjêkirinê tehdîd kirin. Çete bi vî awayî hewl didin ku bandorê li me bikin, lê ez qet netirsiyam û min ji wan re got 'Ez tu caran ji we natirsim'."
Ararat got: “Çete li hemberî berxwedaniya şervanên YPJ'ê yên qehreman têk çûne. Carekê çeteyan bang li hev dikirin û ji hev re wiha digotin 'Ev eniya başûr ya jinan e, ji bo ku em bi guleyên jinan neyên kuştin em naxwazin êrîş bikin." Ararat diyar kir ku ev yek nîşana herî mezin a têkçûna çeteyan li hemberî berxwedana bêhempa a şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye.
(zt)

