Ji ber guleyê sekvanekî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da
12:03
Mijdar
11
/ 2014
JINHA
KOBANÊ - Sekvanekî DAIŞ’ê li Kobanê welatiyekî sivîl hedef girt. Di encamê de welatiyê sivîl jiyana xwe ji dest da.
Sekvanekî çeteyên DAIŞ’ê şevê din li nêzî dibistaneke başûrê bajarê Kobanê welatiyekî sivîl ê bi navê Bekrî Horan (66) hedef girt. Di encamê de Bekrî jiyana xwe ji dest da û îro li goristana bajêr hate oxirkirin. Bekrî Horan ji gundê Ziravik ê başûrê herêma Kobanê ye.
Hêjayî gotinê ye piştî ku çeteyên DAIŞ’ê derbên giran ji şervanên YPG’ê xwarin, welatiyên sivîl hedef digirin û gelek caran taxên sivîlan bi hawanan topbaran dikin.
(zt)
