Pirtûka Arzu Demir ya bi navê ‘Halê Jinan yê Çiya’ derket
13:05
Mijdar
11
/ 2014
JINHA
STENBOL - Pirtûka Rojnameger Arzu Demir ya bi navê ‘Halê Jinan yê Çiya’ ji aliyê Weşana Ceylan ve hat weşandin.
Pirtûka Nûçegihana ETHA û ANF’ê Arzu Demir ya bi navê ‘Halê Jinan yê Çiya’ ji aliyê Weşana Ceylan ve hat weşandin. Di pirtûkê de 11 portireyên jinên gerillayên PKK’ê, din ava PKK’ê de hişmediya zayendî û “jin çima derketin çiyê?” dike mijar. Her wiha di pirtûkê de mijarên weke jinên nava PKK’ê de hişmediya zayentparêziya mêran çawan pêşewazî dikin, çiya, çek, şer, eşq li gel cinsiyetparêziyê çawan dinêrin digire nava xwe.
(zt)

