Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê dest bi kuştina hev kirin

13:12

JINHA


KOBANÊ - Berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li hemberî êrêşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 58’an didome. Çeteyên DAIŞ’ê li hemberî berxwedana bêhempa xwe ranegirtin û dest bi kuştina hev kirin. Li Kobanê termê çend çeteyên DAIŞ’ê yên hatine gulebarankirin û destgirêdayî hatin dîtin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên şevê din xwestin êrîşî taxa Kaniya Kurdan bike rastî bersivdana tund a şervanên YPG/YPJ'ê hatin û çete neçarbûn paşde vekişin. Li cihê ku ji ber ya niha çeteyên DAIŞ'ê bi cih birîbûn û hatin rizgarkirin li gelek cihan termê çend çeteyên DAIŞ’ê yên destê wan girêdayî hatin dîtin. Aşkera bû ew kes ji aliyê DAIŞ’ê ve û di nava wan bi xwe de hatine gulebarankirin. Çeteyên DAIŞ’ê dest bi kuştina hev kirine û termê wan jî li wê navçeyê hatine avêtin.

Heta niha nehatiye aşkerakirin ku ji ber çi nakokî di nava wan çeteyan de dirûst bûye û çima hatine kuştin. Tevî ku ev meheke çeteyên DAIŞ’ê bênavber êrişî Kobanê dikin, lê di êrişên xwe de şikestin û ev jî bûye sedem ku di navbera wan de nakokî çêbibin.

(zt)