Li sînor ji 7 heta 70 salî zincîra ji mirovan

13:19

JINHA


RIHA - Li gundê Mehser a xeta Pirsûs-Kobanê ku çalakiya nobetê lê didome, îro zincîra mirovahiyê hat avakirin. Di çalakiya zincîra mirovahiyê de zarokekî biçûk û kalekî dest dane hev û berxwedana Kobanê slav kirin.

Berxwedana çalakiyên nobetê yên li sînor yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk tên di roja 58’an de berdewam dike û her wiha li xeta sînor welatiyên ku nobet digirtin zincîra mirovahiyê ava kirin û berxwedana Kobanê silav kirin. Berxwedêrên gundê Mehserê, bi meşekê hatin qada gund ya ku her roj zincîra mirovahiyê lê tê avakirin. Li vir ji 7’an heta 70’ê her kesî dest dan hev û bi dirûşmên xwe hewl dan dengê xwe bigihînin hêzên YPG û YPJ’ê. Di zincîra mirovahiyê de zarokekî 5 salî û karekî 70 salî destê xwe dan hev û berxwedana Kobanê slav kirin.

Di dema zincîra mirovahiyê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin hildan û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana Rojava" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî çalakiyê welatî vegeriyan konên nobetê.

(zt)